Lufthansa geştên xwe yên derve destpê dike

25-05-2020
RÛDAW
Nîşan Lufthansa Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniya firokevanî ya Lufthansa ya Almanyayê geştên xwe bo derveyî welat destpê dike.

Berdevkê Hêlên Esmanî yên Lufthansayê roja Yekşemê 24ê Gulanê piştrast kir, ku di navîna meha Hezîranê de ew geştên xwe bo 20 navçeyên cuda destpê dikin.

Di qonaxa yekem de geştên xwe bo navçeyên geştyariyê yên Ewropayê û bi taybet bo welatên Spanya, Îtalya Portugalê dest pê dike.

Bi gotina berdevkekî Lufthansayê, ew dê geştên xwe bo Mallorca, Crete, Rhodes, Faro, Venice, Ibiza û Malaga dest pê bikin.

Hemû ew geştên esmanî dê li balafirxaneya herî mezin a Almanyayê, Balafirxaneya Frankfurtê bêne encamdan.

Di hefteya bihê de kompaniya Lufthansa plana geştên xwe yên din jî eşkere dike.

Di destpêkê vê mehê de, Lufthansayê ragihand, dixwaze geştên xwe yên bo bajarên wek Los Angelos, Toronto û Mumbai dest pê bike.

Herweha ew kompaniya niha gotûbêjê li gel hikûmeta Almanyayê dike daku pakêceke hevkariyan bi qasî 9.8 milyar dolaran werbigre heta ku dest bi geştên xwe bike.

Biryare hikûmeta Almanya hevkariya darayê bide vê kompaniya firokevaniyê û heta sala 2023ê careke din li hikûmetê vegerîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst