Zêdeyî 600 kompaniyên welatê Çînê û bi sedan karsaz li Stenbolê ne

25-05-2019
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Pêngavên aborî yên Çînê li hemberî zextên Amerîka beredwam dikin
Pêngavên aborî yên Çînê li hemberî zextên Amerîka beredwam dikin
Nîşan Tirkiye Amerîka Çîn Pêşangeh
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Guvaşên aborî ku Amerîka li hemberî Çînê dimeşîne berê wî welatî dide rêyên alternatîf. Di vê çarçoveyê de Çîn bi hewlên pir alî bi gelek welatan re pêwendiyên aborî xurttir dike. Yek ji wan welatan jî Tirkiye ye.

 

Qebareya aborî ya di navbera Çîn û Tirkiye gihîştiye asteke rekorane. Di heman katê de li Stenbolê jî pêşengeheke mezin ya berhem û kelûpelên çînê birêve diçe. Bi sedan companiyên Çînê bi wê hincetê li Stenbolê ne.


Pêngavên aborî yên Çînê li hemberî zextên Amerîka beredwam dikin. Çîn têkiliyên xwe yên bi welatên partner re mezintir û kûrtir dike. Bi heman mebestê zêdeyî 600 kompaniyên welatê Çînê û bi sedan karsaz li Stenbolê ne. Pêşengeha Kelûpelên Çînê 6êmîn car bi eleqe û hewleke qewîtir destpêkir. Armanc pêşvebirina pêwendiyên navbera Çîn û Tirkiye de ye.


Amadekarê Pêşengehê Borîs Mang ji Rûdawê re  got: “Rast e ku hin kêşe hene û ji bo welatê me hin astengiyên girîng di rojevê de ne. Lê ew yek tenê dikare di warê bihayê kelûpelan de bandorê bike. Welatê me dê berdewam be li ser nexşerêya xwe. Tirkiye jî ji bo me bazareke girîng e. Em hêvîdarin ku her tişt baştir bibe.”


Pêşengeha ku li ser 12 hezar metre çargoşe hate amadekirin cîh dide zêdeyî 50 hezar cor berhemên Çînê. Ji tekstîlê heta elektronîk, înşaat, mobîlya, lojîstîk û çendîn qadên din amûr û kelûpelan li pêşengehê cihê xwe girtine. Di navbera Tirkiye û Çînê de van salên dawîn çend peyman hatibûn îmzekirin û li gorî wan jî herdû alî qezenca xwe mezintir dikin. Rêjeyeke zêde geştiyarên Çînî jî ew du sal in berê xwe dane Tirkiye.


Karsaza Kemal Oral jî got: “Eger em ji hêla Tirkiye ve lê binêrin hinek kêşe hene. Berhemên ku ji Çînê tên hinekî bê kontrol e û qelîte gelekî xirap e. Ji ber ku erzan e qelîte jî nîn e. Ez niha li pêşengehê digerim û dibînim ku ji dendikê kundiran bigire hetanî, tirşî, xwarin vexwerin û cil û berg û her tiş ji Çînê hatiye. Eger wisa be halê me ne tu hal e. Ger tu bipirsî, bi ya min ne baş e ku Çîn ewqasî ketibe bazara me.”


Pêşengeha ku bo 4 rojan hate amadekirin dibe platformeke danûstandinan jî. Zêdeyî 2 hezar û 500 şandên kiryar jî li Stenbolê ne. Herwiha tê payîn ku zêdeyî 650 hevdîtinên rûbirû jî encam bidin. Sala çûyî aboriya di nava herdû welatan de ji sedî 5 zêde bibû. Dîsa hawirdeya Tirkiye ji Çînê jî ji sedî 23 zêde bibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst