Kurdistan û Rosneftê 2 girêbest îmza kirin

25-05-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Rosneft Girêbest
A+ A-

Saint Petersburg (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rûsya du girêbestên nû yên di warê petrol û gaze de îmza kirin.

 

Her du girêbest di navbera Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Kompaniya Petrolê ya Rûsya, Rosneftê de hatine îmzakirin.

 

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî ku di Korbenda Aborî ya Saint Petersburgê de beşdar e, di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand, ku wan li gel kompaniya Rosneftê girêbestek ji bo rakêşana boriya gazê li Herêma Kurdistanê îmza kiriye.

 

Herwiha Rêveberê Giştî yê Cîbicîkar ê Rosneftê, Îgro Sechin jî ji Rûdawê re got, wan li Herêma Kurdistanê dest bi cîbicîkirina projeya rakêşana boriya gaza xwezayî kiriye.

 

Îgor Sechin herwiha diyar kir, ku ew dê berdewam bin li ser pêşxistina pêwendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê.

 


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst