Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê xelkê dest bi amadekariya Cejna Remezanê kir ku cejna yekem a piştî rûxîna rejîma Beşar Esed e.
Bazar germ e, nirx heta astekê baş bûne û xelk ji vê yekê kêfxweş e.
Hinek welatî dibêjin ku heta niha li hinek cihan bê ser û berî di nirxan de heye, hinek jî dibêjin ku bi giştî hêza tevgera kirînê li beramberî salên berê baştir bûye.
Xelkê bi kelecan û kêfxweşî berê xwe daye bazaran ku pêdiviyên cejnê bikirin.
Tevgera bazarê germ e, nirx û şiyanên kirînê kêm zêde heta astekê li hev diguncin.
Şêniya Şamê Sena Fazilê li ser rewşa aborî got:
“Derbarê nirxan de ferq heye, rast e hîn jî giranî heye lê hinekî ferq çêbûye.
Bi rastî me sala par nikarîbû bikiriya, me nikarîbû bo cejn bikira lê em îsal baş dikarin bikirin.”
Şêniyeke din a Şamê Zeyneb Mihemedê jî bal kişand ser germbûna bazarê û da zanîn:
“Tevger heye, bazar germ e, nirx heta astekê tên qebûlkirin.
Li hinek cihan nirx baş in û li cihên din giran in.”
Beşeke welatiyan dibînin ku heta niha li hinek cihan bê ser û berî di pirsa nirxan de heye lê beşeke din jî dibînin ku bi giştî hêza tevgera kirînê li beramberî salên berê germ e.
“Carinan dolar dadikeve lê nirx danakevin”
Şêniyê Reqayê Ehmed Hemûd jî got:
“Nirx qet li gel daketin û bilindbûna dolar naguncin.
Carinan dolar dadikeve lê nirx danakevin, divê hevsengî di navbera daketina dolar û nirxan de hebe, ji ber ku piraniya xelkê karker û xwedî meaş e.”
Şêniyekî Reqayê Feysel Zahir anî ziman:
“Îsal nirx ji hemû salên berê baştir in, tevgereke germ li bazarê heye, xelk bi dilê xwe dikire.
Rewşa xelkê ya îsal ji rewşa salên berê cudatir e, kirîneke zêde ya cil û bergan û şîrîniyan heye.
Em bi hêvî ne cejna îsal bi xêr û xweşî di ser xelkê re derbas bibe.”
Li gorî çavdêrên pêwendîdar, başbûna şiyanên kirînê ji bo pêdiviyên Cejna Remezanê li ba xelkê li du sedemên serekî vedigere.
Par dolarek di navbera 15-16 hezar lîreyê Sûriyeyê de bû, îsal dolarek li beramberî 10-11 hezar lîreyê Sûriyeyê ye.
Tevgera hawirdekirina kel û pelan û pêvajoya veguhastina pêdiviyan a herêmên cuda li seranserî Sûriyeyê jî hêsantir bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse