Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyeyê bi rêya telekonferansekê bi veberhênerên navneteweyî yên li Tirkiyeyê re civiya.
Mehmet Şîmşek bangî veberhênerên biyanî kir û got, “Her tim planeke me ya zêde heye”
Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek û Serokê Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê (TCMB) Fatîh Karahan beşdarî konferanseke online bûn.
Konferans ji aliyê Citibank û Deutsche Bankê ve hat organîzekirin.
Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek di axaftina xwe de anî ziman:
“Piştî biryara dadgehê, daxwaza pereyên biyanî zêde bû.
Em dibînin ku ji sedî 60ê daxwaza pereyên biyanî ji veberhênerên biyanî, ji sedî 30 ji şirketên navxwe û ji sedî 10 jî ji kesan pêk tê.
Piştgiriya Serokkomariyê ya ji bo bernameya aboriyê tam e.
Tevlîheviya li bazara darayî dê kêm bibe. Her tim planeke me ya zêde heye.”
Piştî ku dadgehê biryara girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu da li bazara Tirkiyeyê tevlîheviyek derket holê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse