Lehî û erdhejan zirar da titûna Semsûrê

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Çîlikanê ya ser bi Semsûra Bakurê Kurdistanê ji ber lehî û erdhejan tevî zeviyan bi tonan titûna ji bo ziwakirinê hatibûn daliqandin jî zirar dît.

Rêncberên li navçeya Çîlikanê ku di erdhejên navend Meraş bû da zirareke mezin dîtin, paşê jî ji ber lehiyê rastî zirareke din a mezin hatin.

Titûna ku li serê xaniyan ji bo ziwa bibe hatibû daliqandin di erdhejan de ji ber zirardîtina avahiyan li ciyê xwe ma û ya ku li nav zeviyan bû jî di bin ava lehiyê de ma.

Zirara rêncberên Semsûrî ji ber titûnê gelek e û ew li benda alîkariyê ne.

Serokê Odeya Çandiniyê ya Çelîkxanê Abdurrahman Kaya got ku piraniya şêniyên li navçeyê debara xwe ji dahata titûnê peyda dikin û wiha pê de çû: "Berî erdhejê ji bo ziwa bibe titûn li serê xanî û nav banan de hatibû daliqandin. Di erdhejan de ji sedî 90ê banên me hilweşiyan û piraniya titûna me jî di bin kavilan de ma. Di erdhejê de zeviyên me jî zirar dîtin û yên bilind bûn hene û yên ketin çalê hene. Ji ber barana zêde û avrabûnê jî piraniya zeviyan di bin avê de man. Eger alîkarî neyê kirin em îsal nikarin titûnê daynin."

Alî Guna yê debara xwe bi titûnê dikir jî got ku him ji hêla madî û him jî ji hêla menewî ve zirar û ziyana wan gelek e.