Piştî krîza rûn li Rihayê gulberoj tên çandin

25-03-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Riha Krîza Rûn Gulberoj
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li karegeheke çandiniyê ya li navçeya Serê Kaniyê ya parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê, li ser milyonek û 633 hezar dekar erdê wê ajeldarî û cotkarî tê kirin. Bi dehan traktor ketine rêzê û zeviyên dûr û dirêj cot dikin û li eviyan guleberoj tên çandin.

Ji ber ku îsal Tirkiye rûbirûyî krîza rûnbû û di 3 mehan de nirxê wê zêdeyî ji sedî hat bihakirin, cotkar niha hewl didin di van zeviyan de gulberojan biçînin, ku maddeya sereke ya zeytê ye.

Yalçın Gunay, Cîgirê Rêveberê Kargeha Çandiniya Serê Kaniyê dibêje, “Gulberoj hem ji bo pîşesaziya zeytê berhemek gelek girîng e û hem jî ji bo dabînkirina zeytê gelek girîng e. Herwiha piştî ku ji dendikên gulberojê zeyt hat berhemanîn, paşmayên wê jî bo êmê ajelan tê bikaranîn.”

Di salên derbasbûyî de li vê kargehê  bi piranî berhemên weke genim, nîsk, garis û ceh dihatin çandin. Lê îsal berpirsên wê biryarê didin li ser rûberê nêzîka 65 hezar dekar erdê kargehê  gulberoj bên çandin. Bi gotina wan çandina gulberojan weke guherînkariyekê bo axê jî bi sûd e.

Yalçın Gunay herwiha diyar kir, “Me ji bo îsal li ser rûberê 64 hezar û 400 dekar erd dest bi çandina gulberojan kir. Em plan dikin ku di salên bê de çandina gulberojan zêdetir bikin. Di kargeha me de berhevkirina gulberojan di heftiya yekem a Tebaxê de destpêdike û di nava 20 rojan de bi dawî dibe.”

Ev kargeh girêdayî Rêveberiya Çandiniyê ya Serê Kanî li ser asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kargeha herî mezin a çandiniyê ye. Berpirsên kargehê pêşbînî dikin ku îsal 17 hezar ton dendikên gulberojan berhem bînin û bi vê yekê jî dahata giştî ya navçeyê zêde bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst