Li Girkê Legê nirxê kelûpelên rojane giran bûye

25-02-2016
Nûreddîn Osman
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Girkê Legê (Rûdaw) - Di rojên dawî de, li bazara bajarokê Girkê Legê yê bi ser Dêrikê ve, liv û tevger lawaz bûye, li gorî gotina bazirganan, ev yek bi sedema bilindbûna nirxê pêdiviyên rojane çêbû.

Li bazara bajarê Girkê Legê bazirgan diyar dikin ku di vê dema dawî de gellek kelûpelên xwarinê bi zehmetî tên peyda kirin û hinek keresteyên din weke şekirê çayê li bazaran peyda nabin.

Hinek bazirgan, sedema buhabûnê vedigerînin buhabûna nirxê dolar li hember lîreya Sûrî û ew jî nerazîbûna xwe li ser vê rewşê tînin ziman.

Li beramber vê rewşê, welatî gazinan dikin û dibêjin ku rewşa wan a  aborî roj bi roj xerabtir dibe û nema dikarin pêdiviyên malên xwe pêda bikin.

Hinek welatiyên din dibêjin, ku keresteyên di bazara Girkê Legê de, bi nirxên bilindtir ji nirxên bazarên Şamê tên firotîn.

Di navbera bilindbûna nirxên keresteyan û bikar anîna keresetayan de, ji aliyê hinek kesan ve, welatî baca herî mezin didin û rewşa wan wek a wî kesê ku dibêje, sal bi sal xwezî bi par, lê pirs dimîne gelo kîne ew kesên ku bi bazarên Rojavayê Kurdistanê û çarenivîsa xelkên Rojavayê Kurdistanê dilîzin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst