Qutkirina gaza xwezayî ya Îranê bandor li berhemê kargehên Tirkiyê kiriye

25-01-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Tirkiye Gaza Xwezayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji roja 17ê Çile ve pirsgirêka kêm hinardekirina gaza xwezayî ya Îranê bo Tirkiyê derketiye û roja 20ê heman mehê jî Îranê hinardekirina gaza xwezayî rawestand û pirsgirêk heta niha nehatiye çareserkirin, bi awayekî kar gehiştiye astekî bandor li berhemê kargehên Tirkiyê kiriye.

Rêveberê Berê yê Kirîna Gazê ya Kompanya BOTAŞê ya Tirkiyê û Pisporê warê Petrolê Alî Arîf Akturk ragihand ku qutbûn û rawestandina hinardekirina gaza xwezayî ya Îranê bo Tirkiyê krîza enerjiyê di sektora pîşesazî ya Tirkiyê de çêkiriye û dibêje, krîz gehiştiye astekî, hinek kompanya ji ber berdewam elektrîka wan qut dibe neçar in li kargehên xwe berhemanînê rawestînin.

Akturk amaje bi wê yekê da ku ev ne yekem car e pirsgirêkên wiha çêdibin, lê ji ber berê îdareyeke baş hebû bo pirsgirêkên wiha, rûbirûyê krîzên wiha nedibûn. Herwiha da zanîn ku ji ber Kompanya Botaşê ya Dabeşkirina Tora Boriya Petrolê û Gaza Xwezayî ya Tirkiyê pirsgirêka hinardeya gaza xwezayî ya Îranê çareser nekiriye, pirsgirêk ji Kompanya Dabeşkirina Elektrîkê (TEIAŞ) derketine, ku ew kompanya elektrîkê dide deverên pîşesazî yên Tirkiyê û rasterast jî bandor li berhemê kargehan kiriye.”

Pisporê Enerjiyê Alî Arîf Akturk rexneyên dijwar li hikûmeta Tirkiyê digre ji ber nikariye heta niha gaza xwezayî ya Azerbaycanê bike alternatîfa gaza xwezayî ya Îranê ku hem di warê biha de girantir e û di heman demê de jî salane berdewam di hinardekirinê de pirsgirêk hene û dê hebin jî. Akturk dibêje, temenê vê pirsgirêka ligel Îranê 20 sal in û heta niha nehatiye çareserkirin û ji vê jî xirabtir plana wan a rewşên ji nişka ve nîne.

Serokê Komeleya Berhemhêner û Pîşesaziya Şîr, Goşt û Xorakê (SETBİR) Îsa Coşkun derbarê heman pirsgirêkê de got: “Kargehên pişesaziyê li Devera Azad a Egeyê bo dema 48 demjimêran elektrîka wan qut bûye û ev jî bûye sedem nêzîka ji sedî 40ê kargehan deriyên xwe bigrin û berhemanînê rawestînin. Qutbûna elektrîkê li vê deverê heta roja 27ê mehê berdewam dibe.”

Kompanya NIGC ya Îranî ji sînorê Makuya Rojhilatê Kurdistanê gaza xwezayî hinardeyî bajarokê Gurbulaka ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê dike, ji wê derê jî Kompanya Botaşê vediguhêze çend bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Rûsya %33.61ê pêdiviya gaza xwezayî ya Tirkiyê dabîn dike, Azerbaycan rêjeya %21.20, Îran rêjeya %17.11, Cezaîr rêjeya %12.56, Nîjerya rêjeya %3.88ê pêdiviya gaza xwezayî yaw î welatî dabîn dike.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst