Li Davosê hest bi bihevketin û dabeşbûna welatên zilhêz tê kirin

25-01-2018
Hêmin Lihonî
Di nav mêvanên korbendê de du nêrînên gelek ciyawaz hene
Di nav mêvanên korbendê de du nêrînên gelek ciyawaz hene
Nîşan Rojaneya Davos Hêmin Lihonî Davos
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro di roja sêyem a Korbenda Davosê de hemû beşdar li benda gihîştina Serokê Amerîkayê Donald Trump bûn, her îro dest bi civînên xwe dike û biryar e di roja dawîn a Korbenda Davosê de gotara xwe bixwîne.

 

Şanderê Rûdawê yê li Davosê Hêmin Lihonî ragihand, weke ku berpirsên korbendê dibêjin, roja yekem roja aboriya Hindistanê bû, piraniya panelan jî ji bo Hindistanê bûn. Roja duyem roja Ewropayê bû ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel di demên cuda de li ser siyaseta Ewropayê ya sala 2018an, gotarên xwe pêşkêş kirin. Îro jî roja Rojhilata Navîn e ku wisa tê payîn çend serkirdeyên giring ên Rojhilata Navîn biaxivin, Şahê Urdinê Ebdullah, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji wan serkirdeyan in. Sibe jî roja Amerîkayê ye.

 

 

 

 

Hêmin Lihonî diyar kir ku "li vir bihevketinek heye, li Davosê îsal dabeşbûn tê hîskirin, berevajî hemû korbendên salên derbasbûyî di nav mêvananên korbendê de jî du nêrînên gelek ciyawaz hene, bi taybetî di gotarên Merkel û Macron de bi temamî rengê xwe daye ku daxwaza hevkariya navdewletî dikin, daxwaz dikin ku hemû ji siyaseta piştevanîkirin (proteksionizm) dûr bikevin, kes xwe ji wanên din mezintir nebîne, eger bi hev re xebat neyê kirin dê cîhan rastî metirsiyê were, bi taybetî Merkel gotinek kir û ragihand eger ji şerê cîhanî yê duyem em ders wernegirin, weke ku wê bi xwe got, hîs dikin ku careke din ew şaşî dubare bibin, dê alozî û tevlihevî zêdetir bibin, bi taybetî di sala 2018an de. Macron jî bi heman şêwe daxwaz kir ku divê hemû alî hevkariya zêdetir bikin, rast e ku Fransa careke din hatiye meydanê, lê bêyî alîkariya navdewletî û bi taybetî bêyî alîkariya Yekîtiya Ewropayê ti encamek nabe".

 

Şanderê Rûdawê Hêmin Lihonî herwiha ragihand ku bereya Ewropayê bi serokatiya Macron û Merkel daxwaza hevkariya navdewletî û bihêzkirina rêxistinên navdewletî dikin, ji wan rêxistinan; Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê. Li hember wê Donald Trump û kesên ku bi wî re di heman nêrînê de ne daxwaz dikin ku êdî ew rêxistina navdewletî ti sûd nade û divê her kes vegere welatê xwe, ev siyaseta Trump bûye cihê nîgeraniya welatên din, bi taybetî welatên ku berevaniya nirxên cîhanî û demokrasî û azadiyê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst