Banka Navendî ya Tirkiyê rêjeya faîzê kêm kir

24-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Tirkiyê, îro derbarê rêjeya sûda bankî (faîz) de biryara xwe aşkere kir û ew rêje ji bo ji sedî 9 kêm kir.

Lijneya Polîtîkayên Pere ya Banka Navendî ya Tirkiyê îro rêjeya polîtîkaya faîzê bi 150 puanan daxist û bi kêmirineke %1.5 rêjeya faîzê li wî welatî ji sedî 10.5 daxist bo ji sedî 9an kêm kir.

Banka Navendî ya Tirkiyê di 20ê Cotmeha 202aan de jî rêjeya faîzê kêm kiribû ji sedî 12 daxistibû bo ji sedî 10.5an.

Piştî eşekerekirina biryara daxistina rêjeya faîzê, buhayê lîreyê Tirkî li hemberî dolarê Amerîkî daket û dolar bû 18.635 û euro jî gihişte 19.45an.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan berî çend roja  li ser rewşa aborî, pêşhatên dawî yên li Tirkiyê û navçeyê axivîbû Erdogan amaje bi wê yekê da ku ew dê rûbrûyî faîzê û enflasyonê bibe û gotibû: “Heya ku ez li ser kar bim dê faîza kêm bibe.”

Ev gotinên Serokkomarê Tirkiyê ên derbarê faîzê de di demekê de ne ku ji ber polîtîkaya daxistina faîzê ya hikûmetê roj bi roj nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar dikeve û rewşa aborî ya wî welatî xirabtir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst