Yekîtiya Hinardekaran: Hilberîn radiweste

24-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Kordînatoriya Yekîtiya Hinardekarên Egeyê Jak Eskinazi derbarê daketina nirxê lîreyê Tirkî de axivî û got: “Pêlên zêde yên di nirxê diravên biyanî hinarde aniye asta ku bê raweste. Sîyasetmedar bo vî agirî vemirînin divê çareseriyekê bibînin.”

Eskinazi amaje bi wê yekê dide ku ji ber daketina lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî wek her sektorên din bandor li sektora hinardeyê jî kiriye û dibêje: “Bazirganî paş ketiye û em wek hinardekaran nikarin nirxê kelûpelan diyar bikin û bikirin jî. Hem hilberîn û hem jî hinarde hindik maye raweste.”

Eskinazi bang li hikûmetê ji kir ku rewşa heyî hêza çareseriyê ya kompanyeyan derbas kiriye û divê sîyasetmedar bi hevre bi lez çareseriyê bibînin.

Li Tirkiyê ji ber necîgiriya nirxê lîreyê Tirkî li beramber diravan hejmarek kompanyayên sektorên cûda peyama rawestandina firotina kelûpelan dan û hejmarekê ji wan jî firotina berhemên xwe li ser înternetê bê ku peyamekê belav bikin rawestandin.

Piştî axaftinên Erdogan, Sêşembê 23ê Mijdara 2021ê lîreyê Tirkî li hember dolar bi tundî daket û dolarek gehişte 13.35 lîreyan û euroyek gehişte 15.00 lîreyan. Lîreyê Tirkî her diçe nirxê xwe ji dest dide û di meheke dawî de li hember dolar %30 zêdetir nirxê xwe ji dest daye. Sedema herî sereke ya ji dest dana nirxê lîreyê Tirkî, daxistina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ve û têkçûna aborî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst