Bihayê petrolê di 2018ê de bo asta herî nizim daket

24-11-2018
RÛDAW
Nîşan Petrol Biha Daketin
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Bihayê petrolê bi awayekî balkêş daket, çû wî astê ku di Îlona 2017an de hatibû tomarkirin. Yek bermîl petrola Brent bi 58 dolar û ya Teksasê jî bi 51 dolaran danûstandin pê hat kirin.

 

Di hundirê vê mehê de ji sedî 20 bihayê petrolê daketiye, ev yek jî zêdetirîn daketina meha ne ye ku di sala 2014ê de bi xwe ve dîtibû.

 

Sedema vê daketinê ji ber wê yekê ye ku her yek ji Amerîka, Rûsya û Siûdiyê gelek petrol xistine bazarê ku yek li ser sêyê wê petrola berhem tînin ku li cîhanê tê berhemanîn û dike zêdeyî 100 milyon bermîl di rojekê de.

 

Herwiha xwesteka kêm ji aliyê bikarhênerên petrolê ve ji ber paşdeçûna geşeya aborî ya cîhanê û herwiha nîgeraniya bazaran sedemeke din a daketina bihayê petrolê ye.

 

Vêna jî wiha kiriye Wezîrê Enerjiyê yê Siûdiyê Xalid Falih daxwazê ji OPECê bike ku di civîna dahatû de kar bo aramkirina bazarên petrolê bike. Ev nirxê nizim ê petrolê di demekê de ye ku di sê mehên borî de yek bermîl petrol 86 dolar derbas kir û dihat pêşbînîkirin di dawiya îsal de nirxê petrolê bigihe 100 dolaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst