Li cîhanê ji par ve çend kes bûne milyoner?

Hewlêr (Rûdaw) – Rêjeya dewlemend û milyonerên li cîhanê her ku diçe zêdetir dibe û di navbera salên 2018 heta 2019 de, 1.1 milyon kes li hejmara wan kesan zêde bûye.

Niha bi giştî zêdetir ji 46.8 milyoner li ser asta hemû cîhanê hene, ku darayî û samana wan zêdetir ji 158.3 trîliyon dolarên amerîkî ye, ku ew rêje %44 ji darayiya hemû cîhanê pêk tîne.

Rêjeya herî zêde ya milyoneran jî li Amerîka, Çîn, Japon û Swîsrayê ne. Li Amerîkayê 18.6 milyon milyoner, li Çînê 1.3 milyon kes, li Japonê 1.1 milyon kes û li Swîsê %0.5 milyoner hene.

Tê pêşbînîkirin, ku heta sala 2023an rêjeya milyoneran li Asya û Afrîqayê %10 û li Amerîkaya Latîn jî bi rêjeya %9 zêde bibe.

Li gel wê yekê, rêjeya hejariyê jî li cîhanê gelek bilind e û li seranserê cîhanê zêdetir ji 821.6 milyon kes di rewşeke xirab de û di birçîtiyê de dijîn, ku bi wê yekê ji her 9 kesên li cîhanê kesek birçî ye.

Di vê grafîkê de hevkara me, Seher Edîb zanyariyan pêşkêş dike.