DÎLOK – Li çewlika dewaran goşt û enerjî tên berhemanîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêlqisê ya Dîloka Bakurê Krudistanê, li çewlikeke xwedîkirina dewaran hem goşt û hem jî enerjî tê berhemanîn.

Li navçeya Bêlqisê ya Dîlokê çewlikeke xwedîkirina dewaran sala 2018an li ser rûberê 55 donim erd hatiye avakirin.

Ew çewlik salane 10 hezar ton goşt berhem tîne û goştê wê ji hemû parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re tê şandin.

Herwiha hinek caran goşt ji wê çewlikê ji Îran û Lubnanê re jî tê hinartin.

Ji welatên wekî Brezîlya, Awistralya, Fransa, Spanya, Uruguay, Macaristan û gelek welatên din pez û dewar ji bo wê navendê tên hawirdekirin.

"Li vir kedeke gelekî giranbiha heye"

Rêveberê Çandinî û Daristanana yê Dîlokê Mehmet Karayilan diyar ku 73 hezar dewar dikarin li wê çewlikê bên xwedîkirin û got:

“Li vir ajel 11 mehan tên xwedîkirin. Ji çar aliyên Tirkiyeyê ajelên ku bên xwedîkirin tên komkirin. Ji çar aliyên cîhanê ajel û êmê wan tên hawirdekirin. Li vir kedeke gelekî giranbiha heye."

Li vê çewlikê beşê qesabxaneyê jî heye.

Dewar piştî 11 mehan tên xwedîkirin digihin derdora 660 kîlogramî û paşê wan dişînin qesabxaneyan.

Hêza serbirînê ya qesabxaneya wê çewlîkê rojane 1000 dewar û 5 hezar pez e.

Ji sedî 20ê goştê Stenbol û Îzmîrê ji wê qesapxaneyê diçe.

Enerjî jî tê berhemanîn

Herwiha paşmayên dewaran jî nayên avêtin û ji bo dabînkirina biyogazê û gubre tên bikaranîn.

Mehmet Karayilan herwiha got, "Di heman demê de paşmayên van dewaran jî di tesîsa biyogazê de tnê bikaranîn û 4,5 megawayt biyogaz jê tê berhemanîn.

Li vê derê  gûbreyê organîk jî tê amadekirin. Ked û westiyayîbûneke zêde heye û divê em qedrê vê navendê û kesên ku van karan dikin zanibin."