Li Rûsyayê bihayê xaniyan rekor şikand

24-09-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Rûsya Moskow Xanî Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Moskowa paytexta Rûsyayê bihayê xaniyan rekor şikand.

Li Moskowê îro yek metre çarçik a xaniyekî nû bi 339 hezar ruble, an ku bi 3 hezar û 570 dolarî tê firotin.

Tanya û Andrey çend sal in ku di kirê de dijîn. Hevjînên ciwan plan dikir ku ta dawiya îsal bi îpotekê xaniyeke bikirin.

Wan, ev taxekê ji xwe re guncan dîtibûn. Ji ber ku sîte nêzî îstgeha metroyê ye û hewşa wê jî avadan e.

“Planên me tev hilweşiyan”

Hiqûqnas Andrey Berg wiha anî ziman “Çend meh berê me bihayan pirsî, rewş hinek cuda bû û me dikarî ku plana kirîna xaniyekî bikin.

Lê niha diyar e planên me tev hilweşiyan û em neçar in ku li gor rewşê tev bigerin.”

Di vê navberê de, Banka Navendî ya Rûsyayê ji hefteya borî faîza sereke heta ji sedî 13 salane bilind kir ku bû sêyemîn bilindkirina li pey hev.

“Divê mehane em ji mûçeya xwe zêdetir deynê îpotekê vegerînin”

Menejer Tanya Bergê got “Em dixwazin mezin bibin, em dixwazin demekî nêz de bibin xwedî zarok lê rewş dijwar bû.

Ne ku tenê nirxê xaniyan giran bû lê faîzên îpotekê jî çend puan zêde bû û em êdî nikarin kredî werbigirin.

Ji ber ku divê mehane em ji mûçeya xwe zêdetir deynê îpotekê vegerînin.”

Li gor statîstîkan di çaryeka yekem a îsal de bihayê xaniyên nû bi giştî ji sedî 14 zêde bûye.

Milkfiroş bi xwe jî, li ber giranbûneke wiha şaş mane.

“Moskow ne tenê paytext e”

Milkfiroş Anatoliy Yuryeviç wiha axivî “Moskow ne tenê paytext e lê herwiha navendeke darayî ya Rûsyayê jî.

Wate, Moskow ne tenê ji bo şêniyên bajêr, belkî ji bo şêniyên hemû hermên Rûsyayê navendeke balrakêş e.

Ji ber vê sedemê, vê gavê ji bo kirîna xaniyan daxwaziyeke mezin heye û wek tê zanîn, daxwazî her tim pêşkêşiyê diyar dike.

Pê ve girêdayî jî, çend mehên dawî, nirxê milkan gelekî giran bûye.

Em wek pispor, kesên di vê sektorê de kar dikin; ez bi xwe 20 sal e milkfiroş im, nikarim hînî van nirxên îroyîn bibim.”

Li gor rapirsiyeke raya giştî, meha borî welatiyên Rûsyayê destnîşan kiriye ku ji bo dabînkirina mûçeya kêmane, divê ew, mehê 27 hezar  800 ruble qezenc bikin.

Li gel vê yekê ku bi nîvekî dahata mehane 24 hezar ruble bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst