Li Êlihê demsala çinîna fistiqan destpê kir

24-09-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê meha Îlonê bo berhemhînerên fistiqan xwedî wateyek girîng e. Ji ber ku di vê meha salê de cotkarên navçeyê dest bi çinîna berhemê xwe yê fistiqan dikin.

Fistiqên ku bi destên karkerên demsalî tên çinîn, ji bo ku qalikên wan bên qeşartin di makîneyan de derbas dibin. Piştre  di nav  avê de fistiqên bikail û bê kakil ji hev tên cuda kirin û ji bo ku hişk bibin  li ser banan li ber tavê tên ragirtin. 

Diyaddin Bazgan, cotkar dibêje: “Min sed donimên fistiqan hene û ez pê mijûl im. Ev 5 salin min karegehe fistiqan jî vekiriye. Di meha 9 de çinîna fistiqan destpêdike û  heya meha 10 temam dibe.  Piştre  em Fistiqan 3 rojan li ser banan li ber tavê radixin û difiroşin bazirganan.”

Nirxê Fistiqan sala derbasbûyî  dedora 40 ta 50 lîreyan de bû lê îsal  bi  70 lîreyan tên firotin. Ev berhem  heta digehin ber destê firoşkarên çerezan, li kargehan jî di çendîn proseyên weke xwêkirin û qelandinê  re derbas dibin. 

Kadri Taş, xwediyê kargeha fistiqan dibêje:“Piştî ku me berhem ji bo kargeha xwe kirî, em rojek berî qelandinê xwê dikin. Bi ava xwê di makîneyan de derbas dibin. Roja din em dest bi qelandina wan dikin. Dema tên qelandin gelek germ in, divê 3-4 demjimêran sar bibin. Piştre berhem ji bo firotin û xwarinê amade dibe.”

Serokê Odeya Çandiniyê ya Êlihê, Nizamettin Aydiş dibêje di salên dawî de  li Êlihê û navçeyên wê çandina fistiqan zêde dibe û ev jî dahateke baş e bo cotkarên navçeyê.

Nizamettin Aydiş diyar dike:“Ez bi keyfxweşî dixwazim bibêjim ku di 15 salên dawî de  li Batman û navçeyên wê çandina fistiqan zêde bûye. Me di sala 2007an me ligel Rêveberiya Çandiniyê li çend cihan ji bo cêribandinê fistiq çandin û em bi ser ketin. Ji wê rojê û şûnde li Êlih û navçeyên wê niha li ser derdora 100 hezar dekarên erd fistiq hatine çandin û cotkarên me jî pereyek baş jê qezenç dikin.”

Li gor daneyên  Saziya Amaran ya Tirkiyê TUÎKê li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê  di çar salên dawî de bi rêjeya ji sedî 203ê,  berhemanîna Fistiqan herî zêde li Êlihê zêde bûye.

Li gor amarên Parêzgariya Êlihê li seranserî Êlihê li ser rûberê 93 hezar û 55 dekarên erd fistiq hatine çandin û di navbera salên 2012an û 2021an de milyonek û 410 hezar şitlên fistiqan li ser cotkaran hatine dabeş kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst