Firotana Nike bi rêya online ji %82 bilind bûye

24-09-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Firotina kompaniya Nike ya amerîkî ku taybet e bi berhemanîna cilûberg û pêlavên werzişî, bi rêya online bi rêjeya ji sedî 82 bilind bûye û ev jî bûye sedemê bilindbûna bihayê pişkên wê kompaniyê bi rêjeya ji sedî 13. Her pişkeke kompaniya Nike bo 132 dolaran bilind bûye.

Tevî ku firotina kompaniya Nike li firoşgeh û pêşangehan daketiye, ji ber ku xelk kêmtir serdana wan cihan dikin; lê ji destpêka îsal ve firotana online ya berhemên kompaniya Nike bi berdewamî ber bi bilindbûnê ve çûye.

Rêveberê Cîbicîkar ê Kompaniya Nike, John Donahoe dibêje,“Em dizanin bikarhêner hînî kirîna online bûne û ji vê poşman nabin jî.Me hewl daye firotina berhemên xwe bi rêya online zêde bikin.”

Belavbûna vîrûsa korona bû sedemê pêşketina firotana online li ser asta cîhanê. Kompaniyên hûrfiroş ên materyalên werzişî wek Foot Locker ku di destpêka derketina vîrûsa korona de hatibûn girtin, niha dest bi firotina materyalên werzişî bi taybetî berhemên Nike kirine.

Di vî warî de, Serokê Kompaniya Şêwirmendî ya Wells Partner, Nate Fischer dibêje,“Çarîkeke bihêz bo Kompaniya Nike hate tomarkirin. Bihayê pişkên wê kompaniyê jî bi başî bilind bûye.”

Firotana Kompaniya Nike di çarîka yekem a îsal de li Çînê, bi rêjeya ji sedî 6 bilind bû. Ev jî bû sedemê bilindbûna dahata puxte ya wê kompaniyê bo 1 milyar û 520 milyon dolaran. Bilindbûna dahata Kompaniya Nike bû sedemê bilindbûna qazanca ser pişka wê kompaniyê bi rêjeya ji sedî 95.

Li Amerîka tenê firotana online di şeş mehên yekem ên îsal de û piştî peydabûna qeyrana korona bi rêjeya ji sedî 30.1 bilind bû.

Di şeş mehên yekem ên sala 2019an de, firotana online li Amerîka 267 milyar dolar bû. Lê ev rêje di şeş mehên yekem ên sala 2020an de ji bo 347 milyar dolaran bilind bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst