AMED - Çinîna birincê qerejdaxê dest pê kir

24-09-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li quntara çiyayên Qerejdax a Amedê, çinîna birincê qerejdaxê ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, birinceke navdar e, dest pê kir.
Li quntara çiyayên Qerejdax a Amedê, çinîna birincê qerejdaxê ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, birinceke navdar e, dest pê kir.
Nîşan Amed Qerejdax Birincê Qerejdaxê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li quntara çiyayên Qerejdax a Amedê, çinîna birincê qerejdaxê dest pê kir. Birincê Qerejdaxê ku rengê wê qemer e, li Bakurê Kurdistanê birincê herî navdar e.

Par kîloya vê birincê ji nava erd bi 6 lîreyê tirk lê îsal bi 7 lîreyan tê firotin. Ji ber barana ku îsal zêde bariya, serê her donumek erd di navbera 100-150 kîlo birinc zêdetir şîn bûye. Îsal her cotkarekî qerejdaxê ji sedî 15 birincê xwe zêdetir kir.

Hilberînerê birinc, Bedrî Başak ji Rûdawê re ragihand: “Em buharê, di nîsanê de dest bi cenan, gubrekirin û avêtina tovê birincê dikim. Payîzê van çaxan radikim, diçînim. Bi qasî 75 karker di nava vê zeviyê de dixebitin. Torbeyê wê yê 25 kîloyî ji 165'an heta 175'an em difiroşin.”

Ji ber ku çiyayê qerejdaxê çiyayek volkanîk e, mîneralên vê birincê ji gelek birincên din dewlemendtir e. Ji ber vê yekê kirîgerên vê birincê li bajarên Amed û Ruhayê gelek zêde ne.

Carna hin kompanî ji bo ku karibin birinca xwe bifiroşin navê qerejdaxê bi kar tînin. Ev yek cotkarên qerejdaxê aciz dike.

Cotkar, Memdûh Karacadag dibêje: “Ji Bismilê li ser berhemên xwe Birincê Qerejdaxê dinivîsin. Em ji ber vê yekê aciz dibin. Lewre a wan tê firotin a me nayê firotin. Lewre li ser navê qerejdaxê difiroşin. Lê kesên ku dizanin, ya me distînin a wan nastînin. Lê îsal baş e. Heta niha gelek baş bû.”

Ji ber ku li herêma qerejdaxê av kêm e û birinc jî li axa avî şîn dibe, berhema birinca Qerejdaxê li gorî axa xwe kêm e. Ji ber vê yekê Qerejdaxî bang li dewletê dikin ku li ser birincê qerejdaxê projeyeke mezin a hilberînê çêkin.

Muxtarê Gundê Alatosun, Adem Karacadag ji Rûdawê re diyar kir, tevî ku li devera wan erd ji bo çandina birinc heye, lê wan pirsgirêka kêmiya avê ji bo avdana wan erdan heye.

Adem Karacadag got: “Ji bo birinc zêde bibe erd heye, lê ava me hew têrê dike. Têr nake. Lê ger ava wê zêde bibe, birinc jî dê zêdetir bibe. Xelk dê bikaribe debara xwe pê bike. Li Qerejdaxê bendavek biçûk heye têr nake. Lê ger bendaveke din bê çêkirin ev erd û birinc dê têra her kesî bike.”

Li herêma çiyayê qerejdaxê hem cotkarî û hem jî çinîna birincê bi rê û rêbazên ji teknolojî û nûjeniyê dûr tê kirin. Ev jî wisa dike ku ji axa heyî tenê ji sedî 5 bo birincê bê ajotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst