Deriyê Xabûrê bê gertin bi sedan kargeh dê top bavêjin

24-09-2017
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Referandum Serxwebûn Kurdistan Xabûr Aborî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Rêveberên Komeleyên Karsazên Amedê dibêjin ger Tirkiye li ser Başûrê Kurdistanê derî bigre, dê bi hezaran karsazên li Bakur û Tirkiyeyê jî zirareke mezin bibînin.


Li Amedê salane buhayê 150 milyon dolar alav û amûr ji bo Başûr tê hinardekirin. Ger derî bê girtin bi sedan karxane dê top bavêjin û deriyên karxaneyên xwe bigrin.


Çavên hemû kurdên Bakur, bi taybetî jî karsazên ku bazirganiyê ligel Herêma Kurdistanê dikin li bergiriyên muhtemel ên Tirkiyeyê ne ku dixwaze li hemberî Başûrê Kurdistanê pêk bîne.


Mihemed Kirici karsazekî kurd e û li Amedê rojane alav û amûrên elektrîkê dişîne Başûrê Kurdistanê. Ew salane 4 milyon dolar kablo dişîne Başûrê Kurdistanê. Lê ji ber îhtîmala girtina deriyê Xabûrê niha hemû sîparîşên ku ji Başûr jê re hatine daye rawestandin. Ew dibêje ger derî bê girtin dê karsazên Amedê salane 150 milyon dolar zirar bikin.


Rêveberê Komeleya Karsazên Pîşesaziyê Mihemed Kirici ji Rûdawê re wiha got: “Tirsa me ew e ku derî bê girtin. Dema derî bê girtin dê hemû alavên me di destê me de bimîne. Dema em nikaribin alavên xwe bifiroşin, em dê deriyê karxaneya xwe bigrin. Li vir nêzî 60 karker dixebitin û ji vir nan dixwin. Dema em bisekinin ew ê tev bi hev re bisekinin.”


Aydin Altaç jî Serokê Komeleya Karsazên Şêrên Anatolyayê ye. Di bin banê vê komeleyê de bi sedan şîrketên hilberînê hene. Li gorî wî divê Tirkiye derî negre û têkiliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê zêdetir jî bike.


Serokê Komeleya Karsazên Şêrên Anatolyayê Aydin Altaç jî got: “Ji bo Tirkiyeyê jî ji bo hikûmeta Kurdistana Iraqê jî dek û dolabên mezin hene. Gerek em van bibînin. Di pêşerojê de ku Tirkiye û Kurdistana Iraqê têkiliyên xwe ji hev bibire, dê pêşî Îran, Rûsya û Amerîka bikeve wê derê û Tirkiye dê ji nava Rojhilata Navîn dûr bikeve.”


Piraniya hilberînerên Amedê alav û amûrên ku di karxaneyên xwe de dihilberînin ji Başûrê Kurdistanê re dişînin. Ger bergiriyeke giran a aboriyê çêbibe ne tenê Amed dê 12 bajarên din jî zirareke mezin a aboriyê bibînin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst