Li Êlihê germa zêde hilberîna xwê zêde kir

24-08-2024
RÛDAW
Nîşan Hezo Êlih Xwê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezoyê ya parêzgeha Êliha Bakurê Kurdistanê bi germbûna hewayê re hilberîna xwê bi rêyên kevneşopî zêde bû.

Niştecihên gundê Kûrirê yê bi salan e bi rêyên ku ji bav û kalan hîn bûne xwê hildiberînin.

Li gund tekane karê ku malbat pê debara xwe dikin hilberandina xwê ye.

Gundî ava bi xwê ya ji bîran dikşînin berdidin hewzên mezin, av li vir bi qasî 2 rojan tê sekinandin û paşê wê avê neqlê hewzên biçûktir dikin.

Ava bi xwê ya di van bîran de hefteyakê tê sekinandin bi germa hewarê re ziwa dibe û li binê hewzê tenê xwê dimîne.

Hilberîner xwê dikin pakêtên 10, 25 û 50 kîloyî.

Ev xwê zêdetir di çêkirina qelî, penîr û tirşiyê de tê bikaranîn.

Muxtarê Gundê Kûrirê Îzzettîn Yuksel da zanîn ku ew bi salan e ku xwê hildiberînin.

Yuksel got ku ew li tezgahên li ser rêyan xwê difroşin, her wiha di nav Amedê û Wan jî dişînin gelek bajarên din.

Yuksel diyar kir ku gundî ji bo hilberana xwê di mehên havînê de li gund dimînin û got:

“Ji bo hilberana xwê pileya germahiyê pir girîng e. Bi taybetî di mehên havînê de bi germbûna hewayê re rêjeya hilberînê jî zêde dibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst