130 kompanyayan kargehên xwe ji Tirkiyeyê veguhestin Misirê

24-07-2024
RÛDAW
Nîşan Kargeha Tekstîlê Misir Tirkiye Rafî Ay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê di nav salek de 130 kompanyayên cilûbergan ji ber xerciyên zêde kargehên xwe veguhestin Misirê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê krîza aborî her roj kûrtir dibe û hejmara kompanyayên ku têne girtin zêde dibe.

Herwiha di salên dawî de bi hezaran kompanyayan ji ber xerciyên zêde kargehên xwe veguhestin welatên wekî Misir, Bangladeş û Çînê.

Serokê Sendîkaya OZ Îplik Îşê Rafî Ay ragihand ji ber şertên berhemanînê û xerciyên zêde heta niha 130 kompanyayan kargehên xwe veguhestin Misirê.

Rafî Ay diyar kir ku eger tedbîr neyên wergirtin dê veguhestina kargehan zêdetir bibe.

“Em nikarin zikê xwe têr bikin û kirêya xwe bidin”

Rafî Ay derbarê krîza aborî de got:

“Ji ber krîza aborî kesên mûçexwur ên dahata wan sabit di rewşeke zehmet de ne.

Dibêjin xerciyan kêm bikin lê em nikarin zikê xwe têr bikin û kirêya xwe bidin.

Di salekê de ji ber qeyrana aborî 130 kompanyayên cilûbergan kargehên xwe veguhestin Misirê.

Herwiha di sektora cilûbergan de 90 hezar karker kêm bûne. Divê mûçeyê kêmane bê zêdekirin.”

Ay herwiha got ku astengî ji karên sendîkayan re têne derxistin û karker ji bo çalakiyan amade ne û piştî nirxandinên li konfederasyonên karkeran dibe ku sendîka dakevin kolanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst