Nirxê petrola brent bi zêde bû

24-06-2019
RÛDAW
Nîşan Petrolm Brent Amerîka Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bermîla petrola brent li bazarên navneteweyî bi 65,60 dolarî tê firotin. 

 

Bermîla petrola brent îro Duşemê serê sibê ji saet 09.33an pê ve ji sedî 0,44 zêde bû û bi 65,60 dolarî hat firotin.

 

Di heman demê de bermîla petrola xav a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 57,90 dolarî hat firotin.

 

Bermîla petrola brent roja înê rojê derket 65,78 dolarî û di dawiya wê rojê de jî bi 65,31 dolarî roj temam kir.

 

Rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de bihayê petrolê zêde dike. Duh Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo diyar kir ku ew dê li hemberî Îranê gaveke hevpeyamanî ya navneteweyî bavêjin.

 

Ji bilî vê Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Şî Cînpîng vê heftê dê li Japonyayê bên ba hev. Hêviya muzakere dê car din dest pê bikin jî bihayê petrolê zêde dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst