‘Sekinandina hinartina petrolê nêzîkî 4 milyar dolar zirar daye aboriyê’

24-06-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Tê gotin ku sekinandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê di heyama 6 mehên borî de nêzîkî 4 milyar dolar zirar daye aboriya Kurdistanê.

Li gorî raporeke şîrketa şêwirkarê petrol û gazê ya bi navê “Toll Cross Securities”, ku 19ê Hezîrana îsal belav bûye, şiyana hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê heta sala 2015an dê bigihîje yek milyon bermîl di rojekê de.

Li gorî raporê, hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze sala 2016an dest bi hinartina gaza sirûştî jî bike.

Di rapora han de behsa serdana vê dawiyê ya serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ya Hewlêrê jî hatiye kirin û wiha îdia dike: “Tê xuyakirin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dê ji destpêka meha bê (tîrmeh) dest bi hinartina petrola Kerkûkê bike.”

Li gorî rapora şîrketa Toll Cross Securitisê, hêla petrolê ya navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê dê heta 2 mehên din bidawî bibe.

Di beşek din a raporê de behsa sekinandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê hatiye kirin û wiha hatiye ziman: “Vê gavê Herêma Kurdistanê dikare rojane 200 hezar heta 250 hezar bermîl petrol hinarde bike lê Herêma Kurdistanê ji meha Kanûna par ve hinartina petrolê daye sekinandin û vê yekê jî nêzîkî 4 milyar dolar zirar daye aboriya herêmê.”

Di raporê de hatiye zanîn ku şîrketa amerkî ya bi navê Chevron jî roja 17ê Hezîrna îsal rêkeftinek bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re îmze kiriye da ku li devera Qeredaxê dest bi derxistina petrolê bike. Kêlgeha Qeredaxê beriya niha di destê şîrketên Kanada yên bi navên Vast Exploration û Niko Resources de bû.

Her wiha şîrketa Chevron li du kêlgehên din petrolê de jî kar dike ku li parêzgeha Dihokê ne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 6 kêlgehên petrolê daye şîrketa petrolê ya Tirkiyê ya bi navê TPIC ku şîrketek hikûmetê ye. Kêlgehên wê şîrketê wiha ne: Çoman, Hindirîn, Erbet, Polxane, Cebelkend û Xelekan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kiriye ku heta sala 2015an dikare rojane yek milyon bermîl petrol hinarde bike.

Di beşek din a rapora şîrketa şêwirkar a petrolê de hatiye xuyakirin ku xwepêşandanên vê dawiyê yên Tirkiyê tu karîgeriyekî yekser li ser pêwendiyên enerjî yên navbera Hewlêr û Enqerê de nekiriye.

Derheqê şiyana gazê ya Herêma Kurdistanê de jî di raporê de wiha hatiye gotin: “Iraq di warê gazê de di rêza 10 a cîhanê de ye lê beşek mezin a gaza cîhanê jî li Herêma Kurdistanê û rojavayê Iraqê heye ku heta niha nehatiye dîtin.”

Li gorî rapora han, piraniya kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê bi awayekî hevbeş tên birêvebirin û di piraniya kêlgehan de pişka Herêma Kurdistanê 20% e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst