Li Amedê bihayê nan hat zêdekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê nanê 400 gramî bi zêdekirina 50 qûruşan bû 5 lîre û nanê 200 gramî jî bi zêdekirina 25 quruşan bû 2 lîre û 50 quruş.

Serokê Odeya Nanpêjên Amedê Emin Gungor dibêje ji ber ardê ku Wezareta Çandiniyê bo wan dabîn kiribû nemaye, lewra jî bihayê nan hatiye zêdekirin. Gungor amaje bi wê yekê dide ku eger bi vî awayî berdewam be dibe bihayê nan bigihîje 7 lîreyên Tirkî.

Li gor agahiyan li bazarê kîsê ard bi 380-400 lîreyan tê firotin lê kîsê ard ê ku wezaretê dabîn kiribû bi bihayê 260 lîreyan bûye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di dema dawî de ligel zêdebûna rêjeya enflasyonê, ji ber xerciyên zêde bihayê nan jî tê zêdekirin. Li Amedê herî dawî di sala 2021ê de bihayê nan hatibû zêdekirin.