Yekîtiya Ode û Borseyên Tirkiyê: Girtina kompanyayan %23.2 zêde bûye

24-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ode û Borseyên Tirkiyê (TOBB) ragihand ku li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di Adara îsal de li gor meha Sibatê hejmara kompanyayên hatine girtin bi rêjeya %23.2 û hejmara koperatîfên hatine girtin jî %17 zêde bûye.

Yekîtiya Ode û Borseyên Tirkiyê (TOBB) îro Duşemê 24ê Nîsana 2023an amarên kompanyayên ku Adara îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine damezrandin û girtin eşkere kirin.

Li gor amarên TOBBê, di Adara îsal de li gor meha Sibatê hejmara kompanyayên hatine girtin bi rêjeya %23.2 zêde bûye û gehiştiye hezar û 451 kompanyayan. Herwiha hejmara koperatîfên hatine girtin jî bi zêdebûna %17an bûye 55. Bi giştî di meha Adarê de hezar û 642 kompanyayên bazirganiyê yên şexsî hatine girtin.

Li gor amarên TUIKê di Adara îsal de 11 hezar û 319 kompanya, 262 koperatîf û 2 hezar û 209 kompanyayên bazirganiyê hatine damezrandin. Wate li gor heman meha sala borî hejmara kompanyayên hatine damezrandin bi rêjeya %4.8 kêm bûye.

Di heman demê de di nav 3 mehên destpêka îsal de li gor heman dema sala borî hejmara kompanyayên hatine girtin bi rêjeya %32.8 û hejmara koperatîfên hatine girtin jî %14.5 zêde bûye. Herwiha di nav wan 3 mehan de hejmara kompanyayên hatine damezrandin %8 û hejmara koperatîfên hatine damezrandin jî bi rêjeya %58.5 zêde bûye. Lê hejmara kompanyayên bazirganiyê yên şexsî ku hatine damezrandin %3.8 kêm bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst