Tesla yekem û mezintirîn kargeha xwe ya otomobîlên elektrîkî li Ewropayê vekir

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Grunhayd ê li Herêma Berlîn a Almanyayê, Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz û sermayedar û xwediyê kompanyaya Teslayê Elon Musk mezintirîn kargeha çêkirina otomobîlên elektrikî li Ewropayê vekirin.

Di merasima vekirina vê kargeha mezin a berhemanîna otomobîlên Teslayê de Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz ragihand: "Kargehek li vî cihî li Brandinber li Rojhilatê Almanyayê tê çêkirin. Ew jî ji aliyê kompanyayeke çalak a navdewletî ve ku otomobîlên elektirîkê berhemtîne. Ev yek jî amajeyeke baş e ku Almanya di vî warî birêkûpêk kar dike."

Kompanyya Teslayê 3 sal berê biryara damezrandina vê kargehê li Almanyayê dabû.

Tê çaverêkirin ku di kargehê de nêzîkî 12 hezar derfetên kar bo xelkê navçeyê peyda bibe û salane nêzîka 500 hezar otomobîlan têde bên berhemanîn.

Elon Musk, xwediyê kompanyaya Teslayê jî di merasimê de got: "Gelek kelecan im bi wê yekê ku yekem berhemên me li Brandinberg a Berlînê ji aliyê tîman ve bên temam kirin û radestkirin. Ev rojeke mezin e bo kargehê. Vê yekê bi rastî jî cudahiyeke mezin bo civakê çêkir. Tesla piştrastiyê dide ku ev dê bibe ciheke binirx bo navçe, Almanya, Ewropa û cîhanê."

Teslayê sala derbasbûyî tenê li Ewropayê, 169 hezar û 507 otomobîlên elektrîkî firotine û rêjeya kiryarên xwe li Ewropayê ji sedî 73 zêde kiriye.

Ev di demekê de ye, firotina otomobîlên elektironî bi awayekî giştî li Ewropayê di sala 2021ê de li gor sala 2020ê bi rêjeya ji sedî 29 zêde bûye.