Berfê geştyariya zivistanê ya Kurdistanê geş kir

23-12-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Berf Geştiyarî Kurdistan Çiyayê Korek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Barîna berfê liv û tevgerek xistiye sektora geştyariyê ya zivistanê ya Başûrê Kurdistanê. Heştê kompanî, geştyarên zivistanê ji xwar û navîna Iraqê bo Kurdistanê tînin, herwiha îsal bi awayekî grûp, ji welatê Misrê jî geştyar berê xwe dane Başûrê Kurdistanê.

 

Başûrê Kurdistanê ji aliyê erdnîgariyê ve ji bo geştyariya zivistanê dewlemend e. Dawiya roja payîzê berf deverên çiyayî yên parêzgeha Hewlêrê spî kir û liv û tevgera geştyariya zivistanê geş kir û gelek geştyar ji xwar û navîna Iraqê berê xwe didin çiyayê Korekê.

 

Geştyarekî Iraqî yê bi navê Raîd Selah ji Rûdawê re ragihand: “Keş û hewayeke gelek xweş e. Ez ji geştyaran re pêşniyar dikim ku werin Herêma Kurdistanê serdana van deveran bikin. Gelek xweş e. Ez careke din dibêjim serdanê bikin. Birastî dema ez van deveran dibînim mat dimînim. Tevî sirûşta wê, hêsankariyeke baş ji bo geştyaran têne kirin. Em ji Bexdayê hatine û bi lêçûnên kêm demeke xweş derbas dikin.”

 

Bi rêya telefrîkê, geştyar ber bi çiya û nav berf têne veguhestin, hewaya sar a ser çiya bi lîstikan germ dikin. Qedriye li welatê sar ê weke Swêdê dijî, ew dibêje bi wergirtina tecrubeyê ji projeyên wî welatî, dibe ku bingeha sektora geştyariyê ya Kurdistanê were dewlemendkirin.

 

Qedriye Bawî ku ji Swêdê hatiye Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: “Li cem me hewa her dem sar û berf e, lê karîne sûda aboriyê çêkin, dibe ku weke Swêdê ji vê hewayê û berfê sûd werbigrin û lîstikên berfê yên weke ski (xwe şemitandina li ser berfê) û ew lîstikên ku ji bo zarokan di nav berfê de têne çêkirin, li vir jî hebin.”

 

Heştê kompanî, geştiyarên zivistanê tînin Başûrê Kurdistanê, îsal ji welatê Misrê jî geştiyar tînin.

 

Berpirsê Binkeya Geştûgeriyê ya Rewandizê Çiya Seranî ji Rûdawê re ragihand: “Desteya geştûgeriyê li gel 80 kompaniyên geştiyariyê re peyman çêkiriye û rojane 5 hezar geştyar tînin. Îsal ji welatê Misrê jî geştyar tînin û ev jî derfeteke din e ji bo vê sektorê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst