Gelo mûçeya herî kêm dibe çend?

23-12-2017
Kemal Avcı
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Li Tirkiyê komisyona tespitkirina mûçeya herî kem ji bo diyarkirina muçeya herî kêm xebatên xwe didomîne. Hikumet peşniyar dike ku mûçeya herî kêm ji hezar û 404 lîre derkeve hezar û 600 lîreyê. Sendikayên karkeran jî dixwazin ku mûçeya herî kêm ji 2300 lîreyê zêdetir be.


Li Tirkiyê ji bo sala 2018an diyarkirina muçeya herî kêm civînên komisyona tespîtkirina mûçeya herî kem berdewam in. Muçeya herî kêm niha hezar û 404 lîre ye. Li Tirkiyê nêzikî 7 milyonan karker bi mûçeya herî kêm kar dikin. Nazim Çakir jî yek ji wan karkeran e. Ew li dikaneke masifroş de dixebite.


Karker Nazim Çakir ji Rûdawê re wiha got: “Pere têra me nake.  Weke karker em her ku diçe em paşde diçin.  Em nêzikî milyarek û milyarek nîv meaş distînin. Nêzikî 450 heta 500 diçe kirêya xanî. zarok diçin mektebê. Pereyê ceyran û avê heye, heroj bihayê her tiştî zêdetir dibe. Lê mûçeya karkeran tenê 50 lîre tê zêdekirin.” 


Serokwezirê Binalî Yildirim pêşniyar dike ku mûçeya herî kêm derkeve hezar û 600 lireyê. Lê sendikayên karkeran vê rêjeyê têr nabînin. Serokê Sendikaya Larkerên Madenê dibeje divê mûçeya herî kêm ji hezar û 300 lireyê kêm nebe.


Serokê DEV MADEN-SENê Tayfun Gorgun wiha axivî: “Gorî lêkolînên me ji bo ku malbatek birçî nemîne pêwîstî bi 2 hezar lireyan heye. Gorî rêjeya ku dibêjin aboriya  Tirkiyê ji sedî 11 mezin bûye em dibêjin mafê me 2 hezar û 300 lîre ye.  Em tenê daxwaza wê dikin ku em birçî nemînin.   Piranî xelkî kirê dide, mesrefên zarokan yên dibistanan hene, deynên wan hene. Gorî hisaba me herî kêm lazim e 2 hezar û 300 lîre mûçe were dayîn.”


Rêjeya mûçeya herî kêm ji aliyê komisyona tespîtkirina muçeya herî kêm ve tê diyarkirin. Niha digel karkerên ku bi mûçeya herî kêm kar dikin bi zarok û malbatên wan bi giştî çavên nêzikî 30 milyon kesan li vê komisyonê ye.


Nivîsîn: Aydin Bayram

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst