Banka Navendî ya Tirkiyeyê careke din rêjeya faîzê bilind kir

23-11-2023
RÛDAW
Nîşan Banka Navendî ya Tirkiyeyê Faîz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Tirkiyeyê rêjeya faîzê ji sedî 35an kir ji sedî 40.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyeyê îro civiya û piştî civînê biryara xwe ya faîzê eşkere kir.

Piştî civîna Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyeyê wekî ku aborînasan jî pêşbînî dikir rêjeya faîzê hat bilindkirin.

Rêjeya faîzê bi qasî 500 pûanan hat zêdekirin û ji sedî 30î derket ji sedî 33an.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê herî dawî 23yê Sibata 2023yan rêjeya faîzê ji sedî 9an daxistibû ji sedî 8,5an.

Piştî Hafize Gaye Erkan bû Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê êdî berê faîzê guherî piştî 27 mehan dest bi bilindkirina faîzê hat kirin.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê, 26ê Çiriya Pêşîna 2023yan rêjeya faîzê ji sedî 30î kiribû ji sedî 35.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, wekî polîtîkaya aboriyê li dijî bilindkirina faîzê bû.

Piştî ku Mehmet Şîmşek bû Wezîrê Xezîne û Darayiyê, Erdogan razî bû ku rêjeya faîzê bê bilindkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst