Kurdistanê hinardekirina petrolê bo derve zêde kir

Hewlêr (Rûdaw) – Rêjeya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, ji dema girtina Kerkûkê ji aliyê hêzên Iraqê ve gihîşt bilindtirîn asta xwe û li gorî agahiyan niha Herêma Kurdistanê rojane 270 hezar bermîlên petrolê dişîne bazarên derve.

 

Çavkaniyekê taybet û agahdar ji sektora enerjiya Herêma Kurdistanê ragihand, Herêma Kurdistanê duh Çarşemî û îro Pênçşemê, hinardeirina petrola xwe zêde kiriye û rojane 270 hezar bermîlan dişîne derve.

 

Li gor wê çavkaniyê, Herêma Kurdistanê bi dirêjiya meha derbasbûyî, rojane derdora 200 hezar bermîlên petrolê şandiye derve.

 

Ew yek di demekê de ye ku beriya bûyerên16 Cotmehê, ji Kerkûk û navçeyên din ên Herêma Kurdistanê rojane 600 hezar bermîlên petrolê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve dihat hinardekirin.

 

Piştî hatina artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bo Kerkûkê, wan hêzan dest danîn ser hejmarek zêde ya bîrên petrolê yên Kerkûkê û Deşta Neynewayê, ew çend jî bû sedema kêmbûna rêjeya hinardekirina petrolê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve.