Kêmbûna çêrgehan û bilindbûna nirxê êm bo ajeldarên Rihayê bûye pirsgirêk

23-10-2022
Zînê Cahîde Akgul
Berhemanîna şîr li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê %2.5 kêm bûye
Berhemanîna şîr li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê %2.5 kêm bûye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Helbinî yê navçeya Xelfetî ser bi parêzgeha Rihayê ve kêmbûna mêrgan û bilindbûna bihayê êmê pez û dewaran, wiha kiriye ku xwedîkirina pez û dewar zehmet bibe. Ajeldarekî wî gundî dibêje, wan tu carî weke îsal zehmetî nedîtiye.

Li  parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, kêmbûna çêrgehên xwezayî û bilindbûna nirxê êmê ajelan ji bo ajeldarên navçeyê bûye pirsgirêk.

Osman Bayram ê xelkê gundê Helbînî yê ser bi navçeya Xelfetî ev şeş sal in li gundê xwe çêlekan bixwedî dike lê wek ew dibêje ti salan wek îsal rûbirûyê hewqas zehmetiyan nebûye.

Xwediyê çêlekan Osman Bayram dibêje: “Xwedîkirina ajelan gelek zehmet bûye. Êm gelek biha bûye. Berê me dikarî bi 15 kîlogram mas torbeyek êm bikirin, lê niha em nikarin bi 45 kîloyan tobeyeke êm bikirin.”

Nirxê tonek êm bo heşt hezar lîreyan zêde bûye. Beşek ji ajeldaran ji ber zêdebûna xerciyan nikarin pereyekî zêde di destê xwe de bigrin, vê yekê jî wiha kiriye ku dest ji pîşeya xwe berdin û bo dabînkirina xerciyan li rêyeke din bigerin.

Zêdebûna xerciyan asta berhemanîna şîr li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê kêm kiriye. Xerciya lîtreyeke şîr gehiştiye 11 lîreyên Tirkî. Amarên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyê ku meha Tebaxê hatine belavkirin, amaje bi wê yekê didin ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berhemanîna şîr li gor heman dema sala borî bi rêjeya %2.5 kêm bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst