Parlementoya Tirkiyê xwe ji bo gotûbêjên budçeya 2022 amade dike

23-10-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Parlementoya Tirkiyê xwe ji bo gotûbêjên Budceya 2022 amade dike
Parlementoya Tirkiyê xwe ji bo gotûbêjên Budceya 2022 amade dike
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Budçeya Serbazî ya Tirkiyê sala 2021ê, 139.7 milyar lîre bûn. Hikumetê di rêşnivîsa projeyasaya sala 2022ê de jî xercên serbazî ji sedî 29 zêdekir. Tirkiyê sala 2022ê bo xercên serbazî 181 milyar dabîn kirine. Beriya ku budçeya sala 2022ê ji bo gotûbêjan were parlementoyê oposizyon hem li ser naverok hem jî li ser şêwaza amadekirina budçeyê de rexneyan li hikumetê dike.   

Parlementoya Tirkiyê xwe ji bo gotûbêjên Budçeya sala 2022 amade dike. Reşnivîsa di debrarê budçeyê de ji aliyê Alikarê Serokomarê Tirkiyê ve radestî komisyona plan û budçeyê hate kirin.

Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay dibêje: “Li aliyekî corona, li aliyê din geşedanên giştî û bilindbûna helewsanê bandoreke xirab li aboriyan dike. Em jî ji vê yekê agahdar in. Lê çareseriya hemû kêşayan her dîsa em in. Me budçeya xwe li gorî rewşa heyî û ji bo başkirina reşwa xelkê xwe amade kiriye.”

Li gorî reşnivîsa hikumetê ya bo sala 2022ê xercên Tirkiyê 1 tirilyon 751 milyar lîre ye , dahatên wê jî 1 tirilyon û 472 milyar lîre ye û kêmînana budçeyê jî 278.4 milyar lîre ne. Hikumetê bo perwerdê 273.5 bo tenduristiyê 304.6 bo karên civakî 104.2 bo karên cotkarî  û ajeldariyî  57.6 milyar lîre, bo piştigirya sektorên taybet ên pîşesaziyê jî 68.9 milyar lîre terxan kirine.

Alikarê Serokê Partiya Paşerojê Ayhan Sefer Ustun jî got: “Piştî sistema serokatiyê êdî mafê çêkirina budçeyê ji destê parlementoyê hatiye girtin. Mafê herî rêwa yê parlementoyê ew bû ku budçeyê amade bike, lê niha ew maf jî ketiye di destê yek kesî de.”

Tevî rexneyên beşek oposizyonê  di reşnivîsa îsal ya hikumetê de xercên serbazî ji sedî 29.6 hatine zêdekirin. Budçeya serbazî ya Tirkiyê sala 2021ê 139.7 milyar lîre bû, lê niha ev budçe bi giştî gehişte  181 milyar lîreyan.

Derbarê mijarê de Seroka Fraksiyona HDPê li Parlementoyê Meral Daniş Beştaş jî dibêje: “Di budçeya îsal de dîsa xercên parastinê hatine zêdekirin. Bi rêjeya ji sedî 30 xercên serbazî hatine bilindkirin. Em li hemberî vî karî ne, em dibêjin bila zikê xelkî têr bikin û bila xizaniyê çareser bikin.”

Komsiyona Plan û Budçeyê roja 26ê mehê ji bo gotûbêjên derbarê bufçeyê de dest bi civînên xwe dike, piştî civînên komisyonê projyasaya budçeyê dê li lijneya giştî ya parlementoya Tirkiyê bê gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst