Konferansa “Besra Mega Projects” li Stenbolê birêve diçe

23-10-2019
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Di çarçoveya konferansê de projeyên Besrayê bi beşdariyeke navdewletî têne goftûgokirin
Di çarçoveya konferansê de projeyên Besrayê bi beşdariyeke navdewletî têne goftûgokirin
Nîşan Besra Mega Projects Besra
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê bi beşdariya hin payebilindên ji çend wezaretên Iraqê û pispor û karsazên navdewletî konferansek li ser projeyên Besrayê bi rêve diçe. Di çarçoveya konferansê de projeyên mezin ên ku li qadên gaz, neft, eletrîkê, xweza û avadaniyê têne plankirin hatin guftûgokirin. Giringiya Besrayê ji bo Iraqê û herwekî din bandora wê ya li qada enerijya cîhanî hate destnîşankirin.

Konferansa Besra Mega Projects, ango Konferansa Gewreprojeyên Basrayê îsal li Stenbolê birêve diçe. Di çarçoveya konferansê de projeyên heyî û yên dahatûya Besrayê bi beşdariyeke navdewletî têne goftûgokirin. Bi taybetî projeyên piştî DAIŞê yên petrol, gaz, elektîrîk, avadanî û parastina xwezayê bi şîrikatiya çend welat û hin kompaniyên gerdûnî têne nîqaşkirin. Armanc ew e da ku cîhan û Iraq sûda ku tê çaverêkirin ji Basrayê werbigire.

Şêwirmendê Wezareta Enerjiyê ya Iraqê Dr. Falah Casim Alamrî ji Rûdawê re got: “Mijara werbehênanê li Iraqê yek ji kertên herî gîring e ji bo pêşxistina Iraqê. Em li ser vê rêyê dimeşin, çi li Herêma Kurdistanê Kurdistanê be ku em têde serkevtibûn û çi li herêma Besrayê be

Sefîrê EU yê berê li Iraqê Ambassador Ramon Blecua jî dibêje: “Ez di wê baweriyê de me ku Besra ne tenê ji bo Rojhilat girîng e, weke ku ji Iraqê re girîng e. Heta ji sedî 90 budçeya Iraqê ji wê parêzgehê tê berhamanîn.”

Li gorî nîqaşên ku têne kirin amadekarî tê kirin da ku kapasîteya berhemanîna petrol û gazê li Basrayê bête zêdekirin û hin xetên nû yên veguhestinê jî bêne çêkirin. Bi taybetî binesaziya pêwîst a ji bo danana xetên boriyan û berhemanînê ew dê di zûtirîn dem de bê rojeva hikumeta Iraqê. Di nava van nîqaşan de petrola Kerkû û sûda ku wê Herêma Kurdistanê jê wergire jî cihê xwe digire. Her çiqasî tu zelalî û encam lê nehatibe danîn jî.

Weke tê zanîn ji sedî 70 gaza sirûştî ya Iraqê li Besrayê tê berhemanîn. Di heman demê de ji sedî 60ê petrola Iraqê jî dîsa li vê herêmê ye.

Li du termînalên mezin ên li Besrayê di rojekê de nêzikî 6 milyon bermîl neft tê hinardekirin. Li konferanse de jî guftûgo tê kirin daku him ew kapasîte zêdetir bibe û him jî êdî giringiyek baş bi avadaniya bajêr û parastina xweza û derdorê jî bê dayîn. Konferans bo du rojan û bi beşdariya hin payebilindên ji çend wezaretên Iraqê û hin nûnerên kompaniyên enerjiyê yên gerdûnî berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst