Daketina berdewam a buhayê Lîreyê Tirkiyê bandorek xirab li aboriya wî welatî kiriye

23-09-2020
Rawîn Stêrk
Buhayê Lîreyê Tirkiyê di wan rojan de berdewam dadikeve û ji ber wê jî nirxên kelûpelan girantir bûne.
Buhayê Lîreyê Tirkiyê di wan rojan de berdewam dadikeve û ji ber wê jî nirxên kelûpelan girantir bûne.
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Qeyrana aborî ya ku li Tirkiye ew 3-4 sal in berdewam e, bi bandora vîrûsa Coronayê girantir dibe. Kêmûna berhemanînê ya li vî welatî dike ku hawirdekirin zêde bibe û ew jî bihayê dolar berz dike li hemberî Lîreyê Tirkiyê. Di hefteya dawîn de pêleke nû li nirxê diravan rabû û bihayê dolar li hemberî lîre gihîşt 7 lîre û 66 qurişan. Li aliyê din lawazbûna rezervên banka navendî jî rê nade da midaxale li berzbûna dravan bê kirin.

Berzbûna nirxê dolar li hemberî Lîreyê Tirkiyê careke din gihîşt lûtkeyeke rekorane. Aboriya Tirkiye ku çend sal in di nava qeyraneke giran re derbas dibe, bi lêhatina vîrûsa coronayê re rewş aloztir dibe. Ji ber ku berhemanîn di asteke nizm de ye, qebareya hawirdeyê ku bi dolar tê kirin her zêde dibe. Ew jî dike ku hêza lîre li beramber dolar her kêm bibe. Li gorî pisporan êdî pêwîstî ne bi rêgiriyên demkî lê bi gav û revîzyonên mayînde heye.

Aborînas, Abdurrahman Yildirim derbarê sedema daketina nirxê Lîreyê Tirkiyê de ji Rûdawê re ragihand: “Ger programeke mayînde bête amadekirin him ji bo berzbûna dolar û him jî ji bo faîz bihabûnê wê sûdwer be. Divê bernameyeke me ya zelal hebe ji bo îstihdam, hawirde, hinarde û diravan.  Palîtîkayên aborî her tim li gor berjewendiyên siyasî têne amadekirin. Ew jî dike ku helwesteke mayînde nebe. Giranî bi geşedanê tê dayîn lê ew têr nake. Berhemanîna me girêdayî hawirdekirinê ye. Ji bo vê dirav divê. Lê tûrîzm û rêyên din ên hatina dirav têkçûyî ne. Divê em çareyek mayînde bi zêdekirina berhemanînê bibînin.”

Bihayê dolar di rojên dawîn de heta 7 lîre 69 qurişan çû. Euro gihîştiye keviya 9 Lîreyan. Rewşa heyî êdî rasetrast ji bo welatiyan û di nava malan de jî bûye sedema metirsiyê. Ji sedî 70yî kelûpel û madeyê xam ê li bazarê bi dolar tê hawirdekirin. Ew jî dike ku bihayê her tiştî du qat zêde bibe. Ji ber ku qîmeta lîre her kêm dibe, hêza danûstandinê ya welatiyan jî lawaz dibe. Rezervên banka navendî ên dolar kêmtir bûne ji 25 milyon dolar. Ew jî dike ku rêgiriyên hikumetê ji dest biçin.

Sabrî Kûrt, niştecihekî Stenbolê behsa giranbûna buhayên kelûpelan dike û dibêje: “Biha zêde baş nîn in. Her tişt du qat sêqat biha bûye. Ji xwe bêkarî zêde ye û xel perîşan e. Dibên her tişt baş e lê xuya ye ew li nava xelkê nagerin.”

Ramazan Dogan, yek ji Esnafên Stenbolê jî dibêje: “Tiştê ku tû vê hefteyê dikirî hefteya bê tu bi bihayekî zêdetir dikarî bikirî. Rast e em bi dolar nakirin nafiroşin lê her tişt bi dolar tê hawirdekirin. Mesrefên her tiştî li gor berzbûna dolar zêdetir dibin. Ew jî bi taybetî bo xebatkarên weke me dibe barê giran. Tiştekî ku karibin bikin namîne.”

Welatiyê bi navê Ahmet Polat diyar kir: “Wellehî bihabûn zêde ye. Miletê qijik jî mexdûr e. Xelk nikare ji mala xwe jî derkeve û nikarin herin danûstandinê jî bikin.”

Li aliyê din dêynên Tirkiye jî bûne barekî giran ji bo wezareta darayî û aboriya giştî ya vî welatî. Bi giştî deynên Tirkiye nêzikî 500 milyar dolarî bûne.  Companiyên weke Fitch Ratings û SP derencama aborî ya Tirkiye di asteke metirsîdar de dinirxîne. Bihayê xwarin, vexwerin, cilûberg, derman û hemû pêdivî û kelûpelên din di nava salekê ji sedî 70 zêde bû ye. Herereta dolar weke gelek welatên din dahatûya Tirkiye jî anîye qonaxeke bi guman û metirs.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst