Di dema desthilata AKPê de rewşa aboriya Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) - AK Partî ku di hilbijartina 3ê Mijdara 2002ê bi tena xwe bû desthilat nêzîka 20 salên Tirkiye birêve dibe. AK Partî di van 20 salan de rûbirûyê gelek qonaxan bû ku hinek ji wan bûyerên cidî bûn. Her çiqasî desthilata AKPê îdîa dike ku polîtîkayên wan yên aborî serkeftî ne jî lê piştî daxistina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ya Tirkiyê û derbasbûna “modela nû ya aborî” rewşa aborî ya xirab zêdetir derket holê.

Li gor amarên Saziya Amaran ya Tirkiyê (TUIK) rêjeya enflasyona salane gihiştiye ji %80ê û dolareke Amerîkî bi 18 lîreyên Tirkî tê firotin.

Di 20 salên (2002-2022) desthilata AKPê de rewşa enflasyonê û nirxê lîreyê Tirkî çawa guherî?

Mijadara 2002an Destpêkirina desthilata AKPê

Dolar 1.61 lîreyê Tirkî

Enflasyon %31.8

Nîsana 2007an Muxtira 27ê Nîsanê û krîza siyasî

Dolar 1.36 lîre

Enflasyon %10.7

Adara 2008an Doza girtina AKPê

Dolar 1.24 lîre

Enflasyon %9.2

Hezîrana 2013an Bûyerên Parka Gezî

Dolar 1.9 lîre

Enflasyon %8.3

Berfenbara 2013an Lêpirsîna gendeliyê

Dolar 2.06 lîre

Eflasyon %7.4

Di hilbijartina 7ê Hezîranê 2015an de hejmara parlamenterên AKPê kêm bûn

Dolar 2.71 lîre

Enflasyon  %7.2

Hewla darbeya 15ê Temûza 2016an

Dolar 2.96 lîre

Enflasyon %8.8

Nîsana 2017an Referanduma Sîstema Serokatîyê

Dolar 3.66 lîre

Enflasyon %11.9

Hezîrana 2018an Hilbijartinên serokatiyê yên 24ê Hezîranê

Dolar  4.64 lîre

Enflasyon %15.4

Cotmeha 2018an Krîza keşe Brunson

Dolar 5.87 lîre

Enflasyon %25.2

Adara 2020an Nexweşiya Coronayê

Dolar 6.33 lîre

Enflasyon %11.9

Mijdara 2021an Modela Nû ya Aborî

Dolar 10.54 lîre

Enflasyon %21.3

Tebaxa 2022an Rewşa dawî

Dolar 17.99

Enflasyon %79.6