Li Qerejdaxê îsal hezar ton hingiv hat berhevkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Qerejdaxê di daristanên hingiv de berhema îsal hat berhevkirin ku li gor salên borî hingivwan kêfxweş kirine.

Herêma Qerejdaxê di navbera sînorê parêzgehên Amed, Riha û Mêrdîn ên Bakurê Kurdistanê de ye û ji asta deryayê nêzîkî 2 hezar metre bilind e, îsal mêşvanên herêmê 1000 ton hingiv berhev kirine ku sala borî ji ber hişkesaliyê berhem ji sedî 50 kêm bûbû.

Serokê Yekîtiye Mêşvanên Rihayê dibêje, li gor pîvanê Formula Xorakê ya Tirkiyê divê di her kîloyeke hingiv de 300 miligram parolîn hebe lê di hingivê Qerejdaxê de ev zêdeyî 900 miligram e, wate hingivê herî baş e.

Kenan Kaya got, “Her sal ji parêzgehên Mêrdîn, Riha û Amedê nêzîkî 100 hezar kewarên mêşan li Qerejdaxê tên bicihkirin. Salên ku baran zêde be ji parêzgehên wek Edene, Mêrsîn, Hatay û Osmaniyê jî ewqasî tên herêmê. Wate sala hişkesalî nebe nêzîkî 200 hezar kewar li herêmê tên bicihkirin.”

Ince Suer mêşvanekî ji parêzgeha Mêrdînê ye ku 24 sal in pîşeya bavê xwe berdewam dike, ew dibêje ji ber ku li vê herêmê hingivê bi kalîte tê berhevkirin, ew çûye Qerejdaxê.

Ince Suer dibêje, “Li vê derê karê me li ber qedandinê ye û berhema îsal gelekî baş bû. Her sal em 15ê Hezîranê tên vê derê û heta 15ê Temûzê dimînin lê îsal ji ber dewlemendiya xwezayê me dema mana xwe dirêj kir.”

Li gor amarên Rêveberiya Daristanê ya Rihayê li herêmê îsal li rûberê 27 hezar donim erd 2 milyon û nîv giyayên ku mêş jê hingiv çêbikin hatine çandin û 100 hezar kewar li herêmê hatine bi cih kirin. Herwiha tê armanckirin ku sala bê ev hejmar bo 200 hezar kewaran bên zêde kirin.