Bi hezaran hêk berî dema çêbûnê li bazarê hatine belavkirin

23-08-2017
RÛDAW
Hewlêr
Hewlêr
Nîşan Hewlêr hêk dema biserçûn bazar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hemwelatiyek li Hewlêrê, li ser medyaya civakî wêneya dema biserçûnê ya hêkan belav kiriye, ku di roja 21ê Tebaxa 2017an de standiye, lê li ser hêkan dema çêbûna wan weke 24ê Tebaxa 2017an hatiye nivîsandin.

 

Tîmên bi ser Qayimeqamiya Hewlêrê ji bo ku çavkaniya wan hêkan bibîne, dest bi xebatan kir. Piştî xebata bi dirêjahiyan çend demjimêran, çavkaniya hêkên ku li ser wan dema çêbûna wan 24ê Tebaxê hatiye nivîsandin, hate dîtin.

 

Li depoya ku hêk ji wir hatibûn belavkirin, tenê çend kolî hêk mabûn.

 

Xwediyê depoyê ji Rûdawê re axivî û îdia kir, ku ji aliyê tendirustî ve ti pirsgirêkên hêkan tine ye û got: “Hêk ji Tirkiyê hatin. Dema çêbûna wan bi xeletî hatiye lêxistin. Dikarin li taqîgehan li ser hêkan lêkolînan bikin.”

 

Piştî lêgerînê xwediyê depoyê hate desteserkirin. Deriyên market û depoya ku hêkan difiroştin hatin girtin. 6 hezar hêkên ku hatin bidestxistin, hatin îmhakirin.

 

Tîmên pişkinînê yên ser bi qayimeqamiyê, di 6 mehên destpêkê yên sala 2017an de li 324 dikanan lêkolîn kirin. 100 ton berhemên ku dema bikaranîna wan derbas bûye hatin bidestxistin. 202 dikandarên ku karên neyasayî dikirin, hatin cezakirin. 80 milyon dînar (64 hezar dolar) ceza ji wan kesên ku yasayan binpêkirine re hate birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst