Li Rihayê 2 milyon û 200 hezar ton genim hat dirûn

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Riha Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê îsal li 20 hezar hektar erd 2 milyon û 200 hezar ton genim hat bidestxistin.

Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak û şandeya pê re Rêveberiya Giştî ya Berhemên Axê ziyaret kir.

Hasan Şildak li buroya ku kirîna genim lê dewam dike bi hilberîner û xebatkarên saziyê re  hat cem hev û derbarê rekolte û xebatan agahî wergirtin.

Şildak li qalîte, qalib, ton û qadên depokirinê venêhirî.

Şildak diyar kir ku Riha navendeke girîng a çandiniyê ye û wiha got:

“Li Tirkiyeyê ji sedî 8ê hilberîna genim li Rihayê ye. Erdên Rihayê di warê hilberînê de qadeke berhemdar e.

Bi taybetî di demsala genim de hilberînerên me berhemên xwe tînin Ofîsa Berhemên Axê û tevkariyê li aboriya welêt dikin.

Îsal li Rihayê ji 20 hezar hektar erd, me 2 milyon û 200 hezar ton genim bi dest xist.

Di serdana xwe de dîsa em bi hilberîneran re civiyan û me guh da daxwazên wan.

Ez hêvî dikim ku demsal ji bo hemû hilberînerên me bi fêde be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst