Li Sirûcê firin nehatin vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê, xwediyê firinan nerazîbûn li hemberî projeya Şaredariya Sirûcê ya “Nanê Gel” nîşan da û û firinên xwe venekirin.

Hevserokê Şaredariyê ji Rûdawê re ragihand, ji projeya xwe paş de gav navêjin.

Şaredariya Sirûcê ya di 31ê Adara 2024an de DEM Partiyê bi dest xist projeya Nanê Gel da destpêkirin û li 19 xalan dest bi firotina nanê erzan kir.

Şaredarî her nanekî 200-210 gram bi 5 lîreyan difiroşe û firinên serbixwe jî bi 8 lîreyan difiroşe.

Ji 80 firinan tenê 10-15 firin hatin vekirin

Hevserokê Şaredariya Sirûcê Muslum Baran derbarê nerazîbûnû firinan ji Rûdawê re got:

"Me doh bi xwediyê firinan re civîn kir. Ji me xwestin ku em nanekî bi 6,5 lîreyan bifroşin û xalên firotinê kêm bikin.

Berî me şaredariyê nan bi 3,5 lîreyan difirot û em bi 5 lîreyan difroşin û ev xerciyên me derdixe.

Xwediyê firinan em protesto kirin û îro ji 80 firinan 65an girtine û tenê 10-15 firin vekirîne."

Muslum Baran diyar kir ku rojane 6 hezar nan difiroşin û xelkê Sirûcê piştgiriya wan dike û bi ti awayî paş de gav navêjin.

Baran herwiha got:

"Eger firin protestoyên xwe berdewam bikin em dikarin firineke din jî vekin û ji bo nehiştina mexdûriyeta gel hejmara nan zêde bikin.”

“Eger pêwîst bike em dê bi destê xwe nan bipêjin”

Hevseroka Şaredariya Sirûcê Ayten Kaya jî ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand:

Em ji firotina nanê erzan û paqij ji gelê Sirûcê re paş de gav naavêjin û helwêsta xwediyê firinan ku firinên xwe girtine û bûne sedema mexdûriyeta gel qebûl nakin.

Ji bo pêwîstiya gel eger pêwîst bike em dê bi destê xwe nan bipêjin.”