Kirêya xaniyan li Rojavayê Kurdistanê buha bûye

23-07-2020
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Gelek welatî nikarin kirêya xaniyên xwe bidin
Gelek welatî nikarin kirêya xaniyên xwe bidin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Kîreya Xaniyan
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Nirxê kirêya xaniyan li Rojavayê Kurdistanê buha bûye, niha xaniyek an şuqeyek ji 40 hezar heta 300 hezar lîreyên Sûrî ye, êdî her kes nikare bi kirê bigire.

Serokê Ofîsên Kirîn û Firotina Xaniyan li Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, ku niha kirîzeke aborî heye, pêwîst e proseya avakirina xaniyan destpê bike.

Malbata Qasim Qasim 5 kesî ye, ji tunebûnê, di xaniyekî ne temamkirî de dijîn. Xanî peyda nabin, kirê buha ye, ji hejaran nayê.

Qasim Qasim dibêje: “Em di xaniyekî heykel de dijîn, kirê gelekî buha ye, xanî jî bidest nakevin, ez jî dartaş im, sê zarokên min hene.”

Tevî ku Rêveberiya Nivîsîngehên Kirîn û Firotina Xaniyan, 50 hezar lîreyê sûrî wek bilindtirîn nirx ji bo xaniyê kirê destnîşan kiriye, lê xwediyên xaniyan pabend nabin û xanî ji 40 hezar heya bi 300 hezarî jî bi kirê tên dan.

Derbarê pirsgrikê de Serokê Ofîsên Kirîn û Firotina Xaniyan li Rojavayê Kurdistanê Ednan Misewer dibêje: “Çareseriya wê Kurdê me yê ji derve xaniyan bikirin,  û dema ku xweşî li bajarê din çê bibe, xelk vegerin malên xwe.”

20 belênder di nava bajarê Qamişlo de xaniyan ava dikin û niha derdora 75 projeyên avakirina xaniyan hene.

Yek metre çarqoşe erdê ku xanî tê de avakirîne li naverasta bajar Qamişlo bi 200 dolarê Amerîkî wate derodra 500 hezar lîreyên sûrî ye. Li taxên din ên bajêr bi 200 heya 300 hezar lîreyên Sûrî ye û li derdora bajêr yek metre çarqoşe bi 150 hezar lîreyî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst