Wezareta Darayî: Bi ti awayî em mûçeyan nadin sekinandin

23-07-2017
HÊVÎDAR EHMED
Birîkarê Wezarê Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê Raber Sidîq
Birîkarê Wezarê Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê Raber Sidîq
Nîşan Meaş Herêma Kurdistanê Wezareta Darayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê radigihîne ku derbarê şandina petrolê û wergirtina pareyê petrolê de ti pirsgirêk li gel Tirkiyê nînin. Herwiha dide zanîn, ku dahata petrolê ji bo meaşên karmend û fermanberan tê xerckirin.

 

Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê dest bi parvekirina meaşên meha Gulanê kiriye. Wezaretê derbarê paşketina meaşên karmend û fermanberan de daxuyaniyek belav kir û ew îdîayên dibêjin, “Tirkiyê pereyê petrola Kurdistanê nedaye” red kir.

 

Birîkarê Wezarê Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê Raber Sidîq ji Rûdawê re ragihand: “Dixwazim fermanber û karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê piştrast bikim, ku me bi ti awayî dayîna meaşan nesekinandiye. Niha jî weke mehên berî em meaşên wezaret û saziyan parve dikin. Dereng ketina meaşan nayê wê wateyê ku êdî dê meaş neyên parvekirin an jî pereyê petrolê nehatiye wergirtin.”

 

Raber Sidîq eşkere dike, ku biryare Banka Navdewletî sîstemeke taybetî ya meaşan ji bo Kurdistanê amade bike da ku careke din di parvekirina meaşan de bê edeletî çênebe.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê meaşên karmend û fermanberan ji sedî 100 ji dahata petrolê dabîn dike. Hikûmet her meh 650 milyar dînaran weke meaş dide milyonek û 300 hezar kesan.

 

Ji aliyê din ve, derengketina meaşan, bandore li ser bazar û herwiha jiyana welatiyan jî dike. Paşketina meaşan hinek meaşxur neçar kirine ku dest bavêjin deynan. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst