AMED – Li konên çandiniyê ji ber lêçûnên zêde tenê xiyar diçînin

23-06-2017
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Konên çandiniyê yên Bismilê bi firingiyan navdar bû
Konên çandiniyê yên Bismilê bi firingiyan navdar bû
Nîşan Amed Bismil firingî xiyar konên çandiniyê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Navçeya Bismil a bajarê Amedê ku bi konên çandiniyê yên firingiyan navdar e, îsal bi çandina xiyaran derkete pêş. Cotkar dibêjin ji ber lêçûna zêde ya germkirina konên çandiniyê, ew neçar mane xiyaran biçînin.

 

Li Bakurê Kurdistanê navçeya Bismil a Amedê ku weke bihûşta firingiyan tê nasîn, cotkaran îsal ji ber zirarê di konên çandiniyê de dest bi çandina xiyaran kirin.

 

Hilberîner dibêjin maliyet û lêçûna germkirina konên çandiniyê yên firingiyan gelek zêde ye û ji neçarî dest bi çandina xiyaran kirine.

 

Rêveberê Konên Xiyaran Îmam Zoroglu ji Rûdawê re diyar kir: “Me du salên ewil pir zirar kir. Piştî ku em neçar man, me xiyaran çand. Jixwe mesrefa xiyaran zivistanê tune ye û em zivistanê danaynin. Em çandina wî nakin. Em li bihar û payîzê, salê du caran datînin. Hevdu bi vî awayî xilas dike. Ji ber ku li herêma me sermaya wî zêde ye, em neçar in xiyaran deynin.”

 

Serokê Kooperatîfa Serayên Bismilê Nîmet Kortak jî bi malbata xwe re, karê konên çandiniyê dikin. Nîmet Korktak destnîşan kir, ku li Bismilê ji 14 konên çadiran, 11 kon bûne konên xiyaran û êdî ji ber lêçûna zêde, cotkar dev ji çandina firingiyan berdidin.

 

Nîmet Kortak herwiha dibêje: “Mesrefa firingiyan zêde ye. Yên xiyaran mesrefa wî hinekî hindik e. Yên ku quweta wî hebe, xebatkarên wî hebin, îmkanên wî hebin firingiyan datînin, ew ê ku îmkanên wan tunebe xiyaran datînin.”

 

Ji ber ku zivistanên Amedê sar in û binê 0 pileyê dibîne, lêçûna germkirina serayên firingiyan gelek buha dibe. Ji ber vê yekê hilberîner dixwazin dewlet ji bo germkirinê alîkariya komirê û elektrîkê bide wan.

 

Şefê konên çandiniyê Mihemed Kortak jî diyar dike: “Em ê dev ji firingiyan berdin. Pêncî heb karker hene. Em gubreyê hawirde dikin, komir hawirde ye. Pereyê elektrîkê jî ji me zêde distînin. Cotkarên din ji sedî 30 pereyê elektrîkê didin, em ji sedî sed didin. Divê dewlet alîkariya me bike. Ger wiha here em ê jî dev ji vî karî berdin. Êdî em nikarin vî karî bikin.”

 

Ji ber ku erd û axa Bismilê li deştê ye, ji bo çandiniyê navçeya herî guncaw a Amedê ye. Di salên dawiyê de cotkar hilberîneke hemdem dikin. Bi pergala dilopandin û nuqitandinê avdanî dikin û xiyar û firingiyên weşî ango goşî diçînin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst