Taner Yildiz: Pereyên petrola Kurdistanê gihiştin Halk-Bank

 

Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê, Taner Yildiz ragihand ku pereyên yekem keştiya petrola Herêma Kurdistanê gihan Tirkiyê û niha li Halk-Bank in.

Roja 22ê meha borî hikûmta Herêma Kurdistanê bi fermî ragihand ku wê dest bi firotina petrola xwe kiriy, a ku li bendera Cîhan a Tirkî embarkirîbû.

Taner Yildiz di konfransekî rojnamevanî de ragihand ku pereyên yekem keştiya petrola Herêma Kurdistanê 97 milyon dolar in, niha ji wan 93 milyon dolar li Halk-Bank ya Tirkî ne.

Piştî ku ev pereyên han bighin Halk-Bank dê ji wê de bo Banka Navednî ya Herêma Kurdistanê bên veguhsetin.

Keştiya yekem ya petrola Herêma Kurdistanê bi her yek ji welatê Elmaniya û Fransa hat firotin û 1 milyon û 50 hezar bermîl petrol hrlgirtibû.