Karsazên Kurd beşdarî Konferansa Aborî ya Ermenistanê bûn

Hewlêr (Rûdaw) - 50 karsazên Yekîtiya Hawirde û Hinardekarên Kurdistanê beşdarî Konferansa Aborî ya Ermenistanê bûn û dixwazin peywendiyên aborî û bazirganî yên di navbera Êrîvan û Hewlêrê de xurtir bikin.

Karsazê Yekîtiya Hawirde û Hinardekarên Kurdistanê Şînrwê Mistefa dibêje, "Em weke kompanyayeke xorakê hatin. Em dixwazin li cem kompanyayên Ermenî tiştekî nû û baş bibînin da ku tiştên ku li Kurdistanê nînin bibin û sûdê bigihînin welatê xwe."

Karsaz Mihemed Mistefa yê beşdarî konferansê bû got "Ev serdan piranî ji bo baştirkirina peywendiyan û naskirina hev bû."

50 karsazên Yekîtiya Hawirde û Hinardekarên Kurdistanê di roja yekem a seredana xwe de, beşdarî konferanseke Wezareta Aborî ya li ser pêwendiyên bazirganî di navbera Kurdistan û Ermenistanê de bûn ku 100 karsaz ji her du aliyan tê de beşdar bûn û Protokola Karê Hevbeş îmze kirin.

Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekarên Kurdistanê Mistefa Ebdulrehman ji Rûdawê re got, "Ev yekemîn konferans û civîna Kurdistan û Ermenistanê bû ku Wezîr û Cîgirê wezîrê aboriyê, serokê Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekarên Ermenistanê, Şêwirmendê Serokwezîr ligel şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn."

Hat diyarkirin ku Kurdistanê berhemên xorak, çandinî û ajeldariyê ji Ermenistanê hinartiye û şanda Herêma Kurdistanê şanda Yekîtiya Hawirde û Hinardekarên Ermenistanê û karsazên Ermenî vexwendin Herêma Kurdistanê.

Rêvebera Kompanyaya Bazirganiyê ya SGS ya Ermenistanê Erpe Davtiyan anî ziman, "Konferansa bi Herêma Kurdistanê re ji bo peywendiyên bazirganî yên di navbera her du welatan de gelek girîng û baş bû."

Di navbera Iraq û Ermenistanê de salane derdora 350 milyon dolar danûstandina bazirganî heye û tenê sala borî 190 milyon dînar danûstandina bazirganiyê di navbera Kurdistan û Ermenistanê de hebû.