Rêveberiya Xweser nirxê genim û ceh destnîşan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxê genim û ceh ji bo mûsima sala 2022ê ragihand.

Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser û saziyên pêwendîdarî sektora çandiniyê di civînekê de, nirxê genim û ceh destnîşan kirin.

Li gor biryara Encûmena Cîbicîkar, 1 kîlo genim dê bi 2200 Lîreyên Sûrî ji cotyaran bê wergirtin, 1 kîlo ceh jî, dê bi 1600 Lîreyên Sûrî bê wergirtin.

Hikûmeta Sûriyê jî, nirxê 1 kîlo genim bi 2000-2100 lîreyên Sûrî, û 1 kîlo ceh jî bi 1600 Lîreyên Sûrî destnişan kiribû.

Mihemed el-Dexîl, hevserokê Desteya Çandiniyê, mîkanîzmaya destnîşankirina nirxê genim û ceh şîrove kir.