Li Tirkiyê biyaniyan 357 hezar û 343 xanî kirîne

Hewlêr (Rûdaw) - Di nava 10 salan de Li Tirkiyê kesên biyanî 357 hezar xanî kirîne û di rêza yekem de jî welatiyên Iraqê ne.

Li Tirkiyê di sala 2012ê de bi rakirina sînorên li pêşiya kirîna mal û milkan û dayîna hemwelatîbûna bi pere bo biyaniyan, firotina mal û milk bo welatiyên biyanî zêde bûye.

Piştî ku Gulana 2012 sînorên li pêşiya firotina mal û milk bi kesên biyanî heta rakirin heta Adara 2023ê kesên biyanî 357 hezar û 343 xanî li Tikriyê kirîne

Di nav bajarên ku herî zêde biyaniyan lê xanî kirîn jî Stenbol bi firotina 134 hezar û 840 xanêyan di rêza yekem de ye û Antalya jî bi firotina 90 hezar û 266 malan di rêza duyem de ye.

Yên di van 10 salan de herî zêde xanî kirîn jî welatiyên Iraqê bûne. Di navbera salên 2015ê -2023an de bi kirîna 49 hezar û 13 xaniyan Iraqî di rêza yekem de ne.

Di rêza duyem de bi 38 hezar û 465 xaniyan welatiyên Rûsyayê tên.

Di rêza sêyem de jî bi kirîna 38 hezar û187 xaniyan welatiyên Îranê bûne.

Di sala 2022yan de sala ku herî zêde mal bo biyanîyan hatî firotin e, bi giştî 67 hezar û 490 xanî firotine biyaniyan û bi bi kirîna 16 hezar û 312 xanîyan Rûs di rêza yekem de bûne.

Li Tirkiye bi kirîna mal yan milkek bi nirxê 400 hezar dolarî kesek biyanî dikare hemwelatîbûna wî welatî bidest bixe û gelek kirîna xanî û milkan bi vê mebestê jî tê kirin.