Daketina nirxê lîreyê Tirkiyê bandorekî xirab li aboriyê kir

23-03-2021
Xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji paşeroja aboriyê dilgiran e
Xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji paşeroja aboriyê dilgiran e
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Guherandina Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê hîn jî li ser aboriya wî welatî weke erdhejên yek li pêy yek in. Nirxê diravên biyanî li hemberî lîreyê Tirkî zêde bûye û vê yekê jî bandorekî gelek xirab li aboriya wî welatî kiriye.

Karvedanên guhertina Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê li ser nearamiya bazarê û ji destdana bihayê diravê wî welatî berdewam in.

Xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji paşeroja aboriyê dilgiran e, lê dilê kompaniyên geştiyariyê xweştir bûye ku bi daketina nirxê lîre re, rêjeya geştyarên ku serdana Tirkiyê bikin, zêdetir be. Ji bo rawestandina vê bandora xirab, heya niha hikûmeta Tirkiyê planekî rêkûpêk nedanî ye û gelek kes jî dibêjin, ev cara yekê nîn e ku Tirkiye rastî van şokan tê, lewra dê ev jî derbas bibe.

Xanenişîn Umut Erhan dibêje: “Ji ber nebûna aramiyê berdewam rêveberiya Banka Navendî tê guhertin, ev jî bandorê li behayê lîre û aboriya welat dike. Rewşa aborî baş nabe. Heta bi wî awayî berdewam be pirsgirêkên me wiha bi asanî bidawî nabin. Hemû xanenişîn zerermend in û nikarin bi meaşê xwe bijîn.”

Di dema kêmî 2 salan de 3 caran serokê Banka navendî ya Tirkiyê hatiye guhertin, vê jî bêbaweriyeke zêde çêkiriye.

Akinciyê Stenbolê Şukru Koçak jî got: “Bilindbûn û daketinên ji nişka ve baweriya bi aboriyê nahêle, ev xaleke gelekî girîng e. Dixwazim vê yekê jî bibêjim, piştgirîkirina li dewletê, nayê wateya piştgirîkirina li şaşiyan. Eger karek şaş be divê amaje pê bê dayîn.”

Ji ber krîza aborî ya Tirkiyê roj bi roj hejmara bêkaran zêdetir dibe. Li gor amarên dawî yên Desteya Amarên Tirkiyê, rêjeya bêkariyê li wî welatî ji sedî 12.87 e, lê li gor partiyên opozisyonê ew amar gelekî zêdetir e û dibêjin, desthilat amarên rast ên bêkariyê eşkere nake.

Welatiyê bêkar ê bi navê Ahmet jî anî ziman: “Bêguman bandorê li me dike, wek karkerekî kar bi dest me nakeve, tên bo bazarkirinê berdewam biha ber bi bilindbûnê ve ne. Çi tê serê me nizanim. Dawiya me xêr be.”

Piştî ku sibeha roja Şemiyê 20ê Adarê biryara jikardûrxistina Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê Nacî Agbal bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyê di rojnameya fermi de hat belavkirin, roja piştre ligel vebûna borsayê behayê lîre li beramber dolar bi rêjeya %17 daket.

Dukandar Volkan Akbulut jî wiha axivî: “Bilindbûna bihayê dolar hem baş e û hem xirab e. Dema bihayê kel û pelan bilind dibe û bihayê dolar bilind dibe, geştyar zêdetir tiştan dikirin, bazar vedije, em fêrî vê rewşê bûne.”

Di demekê de ku Serokkomarê Tirkiyê dijî bilindkirina rêjeya faîza bankî ye, lê ji ber rewşa xirab a aborî di serdema Agbal de, Banka Navendî, rêjeya faîzê bi awayekî berçav zêde kir û ev jî wek sedema serekî ya dûrxistina wî ji ser wî postî tê hesabkirin, lê partiyên opozisyonê rexneyên dijwar li desthilatê digrin û şêwazê fermanrewayiya welat wek sedema serekî yaw ê rewşê dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst