Girtina deriyên sînorî bandor li xelkê Wanê kiriye

Wan (Rûdaw) - Coronayê weke bajaran bandora xwe ya xirab li rewşa aboriya bajêrê Wanê jî kiriye. Xelkê Wanê daxwazê ji hikumetê dikin ku deriyên sînorî bêne vekirin. Ji ber ku yek ji derêyî sereke yê dahata bajarê Wanê deriyê sînorî yê di navbera Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê ye.

Wan yek ji bajarên mezin ê Bakurê Kurdistanê ye û hevsînor e ligel Rojhilatê Kurdistanê. Dahata bajarê Wanê zêdetir li ser çandinî, ajeldarî û beşeke zêde jî li ser geştyarî ye, lê corona weke gellek bajaran li wi bajarî jî bandoreke xirab li ser kar û jiyana xelkê kiriye.

Welatiyê bêkar Mehemed Tekîn dibêje: “Jiyana me sekiniye. Kar nine, beriya coronayé rewş baş bû, dahat baş bû û derî vekiri bû. Geştyar dihatin. Niha qet kar tine.”

Welatiyê bi navê  Aydin Erce jî got: “Par milyarek alîkariya xelkê kirin, lê ne dane min. Mala min û birayê min li kêleka hev e alikariya birayê min kirin, lê tiştek ne dan min.”

Deriyê Kapikoy ku dikeve navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ji bo bajarê Wanê deriyekî sereke ye lê deriyê navborî nêzîkî 13 meh in ji ber coronayê hatiye girtin û vê yekê jî bandor li ser jiyanê beşeke zêde ya xelkê wanê kirye.”

Derbarê mijarê de xwediyê kompaniyekê Adem Erdem jî got: “Me berê hefteyekê 200-300 dibir, niha qet kar nîne. Coronayê her tişt xilas kir Iraqî u Îranî nayên, em perîşan bûne.”

Girtina deriyê sinorî bûye sedem ku hatina geştiyarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê nekarin serdana Wanê bikin ku salên borî piraniya wan demên Newrozê salane zêdetirrî 500 hezar geştyaran serdana Wanê dikir. Ji ber nehatine geştyaran piraniya kompanyayan zererek mezin dîtine.

Xwediyê kompanyê  Elî Husenzade jî dibêje: “Zirar dikin. Salên borî me gelek baş kar dikir. Sînor vekirî bûn û herkesî feydeya xwe jê didît. Lê niha gellek kêşe hene û zerara me gelek e.”

Serokên jûrên esnaf û karsazan jî daxwaz ji hikumtê dikin ku deriyê sinorî bê vekirin û kêşeyên aboriya bajarê wan were çareserkirin.

Serokê Yekîtiya Jûrên Esnafan Îsa Berge jî got: “Salê 500 hezar kes dihat. Aboriya Wanê girêdayî geştyarî ye. Îranî û Iraqî dihatin. Bajêrê me cihekî geştyarî ye. Nêzikî salekê ye 36 derî hene û 33 vekirîne û 3 deriyên Wanê girtine. An bila hemiyan bigirin an jî bila deriyên me vekin.”

Li gorî amaran li bajarê Wanê li 19 jûrên esnafan nêzîkî 20 hezar esnaf û firoşkarên tormar kirî , li jûra bazirganiyê nêzîkî 7 hezar bazirganên tomarkirî herwiha derdora 20 hezar esnaf û firoşkarên ne tomarkirî hene.