Rojane 22.4 milyon cixare li Başûrê Kurdistanê tên kişandin

23-03-2017
RÛDAW
Bazara cixareyê û rêjeya cixarekişandinê li Herêma Kurdistanê zêdetir bûye.
Bazara cixareyê û rêjeya cixarekişandinê li Herêma Kurdistanê zêdetir bûye.
Nîşan Başûrê Kurdistanê Cixare Bazirganî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Başûrê Kurdistanê rojane 22 milyon û 400 hezar cixare tên kişandin û %20ê nifûsa Başûrê Kurdistanê jî cixareyê dikişînin.

 

Li gor amaran, mehane 250 hezar karton cixare ji derve tê hawirdekirin, ku ji sedî 50yê vê hejmarê li nav Başûrê Kurdistanê têne kişandin û ji sedî 50yê wê jî cardin tê hinardekirin.

 

Mehane li Başûrê Kurdistanê 125 hezar kartonên cixareyê tên xerckirin, ku her kartonek ji 500 pakêtên cixareyê û her pakêtek jî ji 20 dane cixareyê pêk tê. Bi wateyeke din, mehan 62 milyon û 500 hezar pakêtên cixareyê li Başûrê Kurdistanê tên kişandin.

 

Li ser asta Başûrê Kurdistanê, firotina cixareyê rojane 41 milyon û 667 hezar tên firotin, ku ew rêje mehane dike1 milyar û 250 millyon (1.25 milyar) cixare li seranserî Başûrê Kurdistanê. Herwiha rojane 22.4 milyon cixare li Başûrê Kurdistanê tên kişandin.

 

Ji sedî 20ê nifûsa Herêma Kurdistanê cixareyan dikşînin û kesên ku cixareyê dikşînin, nîvê wan rojane pakêtekê diqedînin.

 

Di wan 3 salên dawî de qeyranên aborî û siyasî hene û di heman salan de kişandina cixareyan ji sedî 10 zêde bûye.

 

Li gor lêkolînan, kêşana cixareyê li ba xortan ji sedî 60, li gel extiyar û zarokan ji sedî 35, li nik jinan jî ji sedî 5 zêde bûye.

 

Li Herêma Kurdistanê 3 kargehên cixareyan hene, ew jî li Silêmanî, Koye û Zaxoyê ne, lê belê ti amarên fermî li ser asta berhemanîna wan kargehan tine ye.

 

Cixare ji sedî 7ê hawirdeya Herêma Kurdistanê pêk tîne.

 

Rêjeya bazirganiya salane ya cixareyê li Herêma Kurdistanê zêdetirî 585.5 Milyar dînar e (468 milyon dolar). Ew rêje li gorî salên pêştir û bi taybet sala 2013ê kêmtir bûye, çimku di sala 2013ê de rêjeya bazirganiya cixareyê li Başûrê Kurdistanê 954 Milyar dînar, sala 2014ê bi qasî 866 Milyar dînar û sala 2015ê jî zêdetirî 635 Milyar dînar bûye.

 

Kêmbûna rêjeya bazirganiya cixareyê ji ber hebûna kargehên cixareyê li Başûrê Kurdistanê ye. Kêmbûna rêjeya bazirganiya bi cixareyê li Başûrê Kurdistanê di demekê de ye, ku rêjeya kişandina cixareyê li Kurdistanê bi rêjeyeke berçav zêdetir bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst